Xwepêşanderên Besrayê Konsulxaneya Îranê şewitandin
Xwepêşanderên Besrayê di dema xwepêşandanan de Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê şewitandin.
Hate ragihandin ku vê êvarê xwepêşanderan êriş birin ser Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê û şewitandin.
Wezareta Derve ya Iraqê li ser şewitandina Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê bang li xwepêşanderan kir ku zirar negihînin kansulxaneyên li parêzgeha Besrayê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb daxuyaniyek li ser şewitandina Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê belav kir û ji xwepêşanderan daxwaz kir ku zirar negihînin balyozxane û kansulxaneyan.
Ehmed Mehcûb diyar kiriye ku êrişkirina ser tîmên dîplomatîk, ti peywendiya wê bi dirûşmên xwepêşandanan tine ye û ji hêzên ewlehiyê daxwaz dike ku tîmên dîplomatîk ên li Besrayê biparêzin.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Besrayê Mistefa Goran ragihand ku ji ber tirsa êrişbirinê, hêzên ewlehiyê yên li Besrayê hemû wan rêyên ku diçe Konsulxaneya Amerîkayê girtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin