Xwepêşanderên Iraqê berê xwe didin Hewlêrê
Li Iraqê ev zêdetirî 4 meh e xwepêşandan û alozî berdewam in û hejmareke çalakvanên xwepêşandanên Iraqê ji ber tirsa hêzên emnî yê Iraqê berê xwe dane Hewlêrê.
Navenda Nûçeyan - Di 17 salên temenê xwe de, jibilî şer û alozîyan ti teştekî din nedîtîye, dawîn azmûn jî vedigere bo alozîyên li xwepêşandanên 4 mehên derbasbûyî li Iraqê ku di encamê de ti çareyek bo nehiştîye jibilî ku Bexdayê ber bi Hewlêrê ve bicî bihêle.
Ciwanekî bi navê Kerîm ku dayik û bav daxwaz jê kirine navê xwe yê rasteqîn nebêje, ji rojnameya ‘National’ a Îmaratî re dibêje, “Ez sala 2002an ji dayîk bûm û min zaroktî nedîtîye. Zarokên Iraqê ti afekî wan nîne.”
Kerîm ku Cotmeha sala derbasbûyî di nav xwepêşandanên li meydana Tehrîrê de cih girtibû, meha Berfanbarê jî neçar dimîne ku berê xwe bide Hewlêrê û dibêje, “Milîsan dixwastin min bikujin. Ji ber ku min weşana zindî dikir. Milîşeyan peyam bo min dişandin û gef li min dixwarin.”
Li gor raporta hatîye belavkirin, hejmareke zêde ya çalakvanên xwepêşandanên 4 mehên derbasbûyî koçberî Hewlêrê bûne. Ji ber ku li Hewlêrê destê milîşan nagihije wan ku ew milîşe di vê heyamê de bi kuştin, birîndarkirin û revandina xwepêşanderan tên tohmetbarkirin. Li gor amarên Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, di 4 mehên derbasûyî de, herî kêm 543 kes hatine kuştin û 25 hezar kes birîndar bûne û zêdetir ji 70 kes jî bêserûşûn in.
Pirsgirêka Kerîm wê demê dest pê kirîye ku dest bi wênegirtin û belavkirina weşana zindî ya xwepêşanderan kirîye. Yekem car roja 2ê Cotmehê rastî lêdanê hatîye, 6 roj piştî wê hatîye desteserkirin û hêzên emnî ji bo cihekî li binkeya asmanî ya Musennayê ew veguhastine ku di nav firokexaneya navdewletî ya Bexdayê de bûye û jibilî Kerîm gelek xwepêşanderên din jî li wê binkeyê desteserkirî bûne. Kerîm dibêje, “Wan em neçar dikirin ku çavên xwe bigirin û piştre cigare li ser laşê me vedimirandin.”
Dawîya Mijdara sala derbasbûyî, ajansa Ruetersê, li ser zarê 5 berpirsên Iraqî û çendîn çalakvanên xwepêşandanên Iraqê aşkere kir ku helmeteke tirsandin, desteserkirin, terorkirina xwepêşanderan dest pê kirîye. Du ji berpirsên Iraqî amaje bi wê kirine, lêdan, li elektirîkê dan û pêdan îmzekirina belênnameyeke bêdengîyê, tişteke asayî nîne.
Yek ji çalakvanan ji wê ajansa Brîtanî re gotîye ku ji bo maweyê 10 roj desteserkirî bûye, di wê maweyê de jî rastî lêdanê hatîye, li elektirkî hatîye dayîn ji bo ku bê neçarkirin navên xwepêşander û çalakvanên din bo hêzên emnî aşkere bike.
Ew ciwanê 17 salî yek ji wan bûye ku piştî serkevtina tîma futbolê ya Iraqê li hember tîma Îranê li 14ê Mijdara îsal, kêfxweşîya xwe derbirî û bi şev jî hêzên emnî bazgeh li gelek deverên Bexdayê danîbûn.
Kerîm dibêje piştî wê lîstikê, ew ketibû ser rêya mala xwe û dîyar dike ku di rê de polîsan ew dîtîye û bangî wî kirine û herwiha dizanî ku eger polîs wêneyên di telefona wî de bibînin dê pirsgirêk bo wî çê bibe. Her wisa jî bû, polîsan telefona wî ji dest girt û ew vîdeoyên tê de dîtin. Piştî wê jî tê desteserkirin ku Kerîm derbarê cihê bo hatibû veguhastin de tenê dizane, balaxaneyeke vala bû.
Hefteyek piştî wê bûyerê, gef û êrişên telefonî dest pê kirîye û Kerîm jî neçar maye dibistana xwe bicî bihêle û di karekî malbatî de dest bi kar bike. Paşê grûpeke nenasikirî mamê wî digirin, di bin îşkenceyê de tilîyên wî şikandibûn bo ku cihê Kerîm bo wan aşkere bike. Roja 8ê Berfanbarê hevrêyekî wî hinek cil û pare pê dabûn û mamê jî Bexda bicî hişt û berê xwe da Hewlêrê.
“Gelek hevalên min hatin revandin”
Ehmed el Bedrî ku temenê wî 28 sal e û çalakvanekî xwepêşandanan bû, bi nîyet nîne van demên nêzîk vegere Bexdayê. Her ji ber hindê pirsgirêk nebûye bo wî ku navê xwe bi temamî aşkere bike ji bo malpera ‘Nationel’. Bedrî ji sala 2011an ve di xwepêşandanên li Bexdayê de beşdar e, di rêxistineke civaka sivîl û yek ji wezaretên hikûmeta Iraqê de kar dikir. Dema ku Cotmehê çû bo nav xwepêşandanan, dizanî ku rêyeke metirsîdar girtîye ber xwe.
Bedrî dibêje, “Gelek hevrêyên min hatin girtin. Roja 24ê Cotmehê, ez ber bi malê ve diçûm. 2 otomobîl li nêzikî min rawestîyan û wan dixwast min birevînin, lê şansê min hebû, ji ber ku di wê demê de min stûna karebayê girt û dest bi hawarê kir û li ser wê yekê cîranên me ji malên xwe derketin.”
Bedrî dizanî ev dawîn pirsgirêk nîne û dibe destpêkek be, ji ber hindê her wê şevê texsîyek girt û xwe gihande Hewlêrê.
“Ditirsîyam ji min re bêjin sîxûr”
Serkirdeyên milîşeyên nêzîk li Îranê xwepêşanderên Iraqê bi ‘fitneya derve’ binav dikin. Selma ku ji ber tirsê amade nebûye, navê xwe bi temamî aşkere bike, beşdarî nav xepêşandanan bûye. Berî ku bê Hewlêrê jî di kompanyayeke Amerîkî de kar dikir. Lewma piştî desteserkirina hevalekê , tirsa wê yekê li gel wê çê bûye rastî tohmeta ‘sîxûr’ bê.
Selma ku temenê wê 27 sal e, dibêje, “Hevalek min hat destesekirin. Wan nameyên min jî dîtibûn û derbarê min de gelek pirs jê kiribûn.” Selma jî ji tirsa girtin û lêpirsîna hêzên emnî, di meha Berfanbara derbasbûyî de berê xwe da Hewlêrê.
Ciwanê bi navê Bedrî bo xwe karek dîtîye û binîyaz e li Hewlêrê bimîne. Ew li gel hevalên xwe yên çalakvan ên li Bexdayê diaxive û sedema hatina xwe ya bo Hewlêrê jî vedigerîne ser ku bajarekî nêzîk e li Bexdayê, parastîye ku destê milîşên ser bi Îranê ve nagihijê.
Lêbelê Kerîm daxwaza wî li ser vegerê ye û dibêje, “Veger cihê metirsîyê ye lê ez natirsim.” Kerîm bi gelek tiştên welatê xwe têk diçe ku ji wan jî, nifûza Îranîyan û bîrkirina tundûtûjîya ayînî û dibêje, “Bi ser her tiştekê ve jî ayîn hatîye danîn, heta hinek cure pantol jî hatine qedexekirin. Lêbelê her em dê serbikevin.”
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin