Xwepêşanderên li Idlibê berê xwe dan baregeheke Tirkiyê
.
Li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê hejmareke zêde ya xwepêşanderan berê xwe dan baregeheke Tirkiyê û nerazîbûna xwe li hemberî wê hewla Tirkiyê nîşan dan. Xwenpêşanderan gotin ku “axaftina Wezîrê Derve yê Tirkiyê eşkere dike ku Tirkiyê dagirker e û ne dewleteke garantor e.” Herwiha gotin ku ew ti carî lihevhatinekê bi hikûmeta Sûriyê re qebûl nakin.
Gotina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku gotibû divê opozîsyona Sûriyê bi hikûmetê re rûne, ev 2 roj in li seranserî herêmên Idlib, Efrîn, Ezaz, Cerablus, Bab û Serêkaniyê bûye sedema xwepêşandanan.
Xelkê navçeya Mustûme ya ser bi Idlibê, ku di destê grûpên çekdar ên nêzîkî Tirkiyê de ye, diçin pêşiya xaleke leşkerî ya Tirkiyê jibo nerazîbûna xwe li dijî pêşniyara Wezîrê Derve yê Tirkiyê bînin ziman , ku gotibû divê "Opozisyon û hikûmeta Sûriyê lihev bên û dawiyê li şer bîn in.”
Xwepêşander Ebdulrezaq Madî dibêje: “Piştî wê axaftina wî, ew wek dagîrker hat xuyakirin, ne wek garantor û nûner ji bo me li platformên nevadewletî. Xelkê Sûriyê tekez dike ku ew li dijî hêzên rêjîmê ye, herwiha li dijî her kesekî ye me ji rêjîmê nêzîk bike.”
Grûpên çekdar ên ku xwe wek opozisyon dibîn in û beşek ji wan nêzîkî Tirkiyê ne, piştî nimêja Înê li piraniya navçeyên ku di destê wan de ne, xwepêşandan kirin, li Girê Spî, Efrîn, Ezaz û Babê.
Li bajarê Babê li bakurê parêzgeha Helebê, xwepêşander dibêjin em destê aştiyê ji bo hikûmetekê dirêj nakin, ku 11 sal in wan dikuje û derbider dike.
Xwepêşander Yasîn Ehmed jî got: “Wek şoreşger em li vir kombûn e daku lihevhatina li gel rêjîmê red bikin, wateya lihevhatinê wêranî, kuştin û derbiderkirina 14 milyo kesên Sûrî ye, ev lihevhatin ne di destê me û ne jî di destê Tirkiyê de ye, ev lihevhatin di destê dayikên kezebşewitî û zarokên ku dê û bavên xwe ji dest dane de ye. Ev lihevhatin bo me wek kesên şoreşger, xwekuştin û tawan e.”
Li çend navçeyên parêzgeha Idlibê jî ku di destê desteya Tehrîr El-Şam de ye dengê nerazîbûnê li dijî Tirkiyê bilind bûye.
Pêşniyara Tirkiyê jibo lihevhatina dinavbera grûpên çekdar ên nêzîkî wê li gel Şamê di demekê de ye Enqera li gel hikûmeta Beşar Esed di peywendiyên hewalgirî de ye û xwe amade dike hevahengiyê li gel hêzên Hikûmeta Sûriyê bike jibo şerê li dijî Hêzên sûriya Demokratîk (HSD)ê.
Bêhtirî du mehan e Tirkiyê gefan dixwe ku ewê êrîş bike ser navçeyên jêr deshilata Rêveberiya Xweser.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin