Xwezaya Dersîmê bi rengên payizê xemilî
.
Daristanên Saldakê ku dikeve navbera navçeyên Pilûr û Qisle yên Dersîma Bakurê Kurdistanê ji asta deryayê 940 metre bilind in û bi xwezaya xwe ya delal pêşwaziyê li hejmareke zêde ya geştiyaran dike.
Parêzgeha Dêrsim, yek ji wan cihên xwezayî yên parastî ye û dewlemend e bi daristan, çem û kaniyên xwe li Bakurê Kurdistanê. Niha ku demsala payîzê ye, her darek li gorî taybetmendiya xwe rengên xwe diguherin û bedewiyeke bê mînak di xwezayê de nîşan didin. Di nava xwezaya Dêrsimê de, daristanek heye ku Dêrsimî jê re dibêjin, daristana Saldakê û weke dilê xwezaya Dêrsimê tê naskirin. Em bi hev re payiza daristanên Saldakê bibînin.
Xwezahez û nivîskar Caner Canerik dibêje, eger mirov bixwazin ji strêsa bajaran rizgar bibin, ev daristan cîhekî xweş e.
Nivîskar Caner Canerik got: “Niha li vê herêmê 4-5 corên daran heye. Li nav daristanê ligel ajelên wek hirç û berazan, Leoparê Anatolyayê hatiye dîtin. Li vir corê werşeq jî gelek in. Her dar li gor taybetmendiya xwe reng diguhere û ev jî xweşikbûneke bêhempa çêdike."
Li gundê Saldakê ku daristan jî bi heman navî ye ligel darên gwîz, spîndar, mazî û berûyan darên fêkî yên xwezayî jî hene. Nîştecihên vî gundî vê daristanê weke "Dilê xwezayê" pênase dikin û dibêjin bo parastina daristanê geştiyarên tên vê derê divê hişyar bin.
Nîştecihê gundê Saldakê Yusuf Topçu jî got: “Dema ji xew radibim dengên çûkan, pirpirîkên difirin min aram dikin. Em ji kesên ku dixwazin vê xweşikbûnê bibînin daxwaz dikin ziblê xwe belav nekin û agir pê nexin. Eger agir bikin jî dema ji nav daristanê çûn divê bi giştî agir vemirînin.”
Parêzgeha Dersîmê ya Bakurê Kurdistan bi daristan û xwezaya xwe ya dilrevên tê naskirin û li gelek deveran beşek ji daristanên wê hem ji ber operasyonên leşkerî hem jî ji ber nehişyarbûna mirovan zerarê dibînin an agir bi wan dikeve.
(Rûdaw)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin