Yekîtiya Demokrat a Kurdistan-Îran bi hilkefta 25ê Gelawêjê peyama pîrozbahiyê belav kir
.
Yekîtiya Demokrat a Kurdistan-Îran bi hilkefta salvegera avakirina PDKÎ, peyama pîrozbahiyê bo vê Partiyê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Rêzdar: “Lêpirsiyarê Giştî û endamên serkirdayetî û pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Weke Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina PDKÎ, peyama pîrozbahiya xwe pêşkêşî we dikin, xuya ye ku Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li pêxema bidestveanîna mafên neteweyên gelê me li Rojhilatê Kurdistanê û cihgîrkirina demokrasî li Îranê, ev dehan sal in ku xebat û tekoşîna bê rawestan he ye, hezaran şehîd û qurbanî di vê pêxemê de bo xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd gorî kiriye û niha dîroka Partiya Demokrat, dîroka tevgera neteweyî demokratîk û azadîxwaziya Kurd di Îranê de ye û cihê rêz û pêzanînê ye.
Weke Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê, rewşa dever û bi taybetî Îran û Kurdistanê bi giştî bi bîr tînin, hêvî dikin ku bo helwesta neteweyî û hebûna giraniya xebata gelê Kurd li Îranê bihêz bibe, hewla yekgirtina Demokrat bibe destpêka qonaxek nû ya xebata tijî gur û germiya neteweya me û dilê dost û azadîxwazan û gelê me li Rojhilatê Kurdistanê şa bikin.
Carek din yada 77emîn saliya avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li we pîroz dikin û hêviya serkevtinê bo we dixwazin û herwisa hewla yekgirtinê ji we pîroz be.
Yekîtiya Demokrat a Kurdistan-Îran
15`ê Tebaxa 2022`an
Çavkanî: Kurdistan Media
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin