
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê re peyamek şand û got, “Bi hev re û bi yek proje hareket bikin da ku mafên gelê Kurd li Sûriyeyê bên parastin û garantîkirin.”
Bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Serokê YNKyê Bafil Talebanî bi peyamake piştgiriya xwe nîşan da.
Peyama Serokê YNKyê Bafil Talebanî li Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê hat xwendin:
“Nûnerên pêkhateyên neteweyî û olî yê Rojavayê Kurdistanê mêvanên hêja roj baş.
Di destpêka axaftina xwe de ku dê li ser navê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê diaxivim, spasiya Komîteya Amadekar a Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê dikim ji bo vexwendina vê konferansa dîrokî û girîng a di vê qonaxê de.
Em serkeftinê ji Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê re dixwazin.
“Em dê piştgiriyê bidin tevgera rizgariya Kurdan”
Em we pişrast dikin ku em dê piştgirî û alîkariyê bidin tevgera rizgariya Kurd a li Sûriyeyê.
Yekîtiya NIştimaniya Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku Kurd dê bi yekrêzî yekhelwesta niştimanî dê bigihên mafên xwe yên destûrî.
Wekî YNKyê em ji hemû aliyê Kurdî dixwazin ku bi hev re û bi yek proje hareket bikin da ku mafên gelê Kurd li Sûriyeyê bê parastin û garantîkirin.
Divê em ji bîr nekin ku aliyên navneteweyî pêşhatên li herêmê û Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopîne.
“Yekrêzî û yekhelwestiya we cihê hêviyê ye”
Yekrêzî û yekhelwestiya we cihê hevî û umêda civaka navneteweyî, welatên deverê û gelê Kurd e jî.
Pêwîst e û erke ku em hemû piştgiriyê bidin yekrêziya tevgera Kurd û rê li ber plana têkdana yekîtiyê bigirin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin