YPG: Efrîn bo me her tişt e

YPG: Efrîn bo me her tişt e

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo radigihîne: “Rêkeftina Rûsya û Tirkiyê bo Idlibê şexsî û demkî ye. Divê gelê me vê tiştê baş bizanibe, ji bo Rojava û Kurdistanê bi giştî Efrîn nebe, nabe. Efrîn ji bo me her tişt e.”

A+A-

Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ji medyaya nêzîkî YPGê re li ser rêkeftina Idlibê ya di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, ew rekeftin demkî ye, lê dê heta dawiya Zivistanê bikişîne. Li gorî texmînên min heta meha Adara 2019an bidome.

Herwiha got: “Li gorî planê, divê heta 15’ê meha 11’an riya Şamê û riya Cisur El Şixûr vebe, sînorekî 15 k.m herêmeke bêçek ji çeteyan bê pakirin, ev yek ne hêsan e. Dibe Tirk û grûpên xwe vê peymanê pêk bînin, lê her kes jî vê qebûl nake. Duh hin serhildan çêbûn li Idlibê li hemberî planên di navbera Erdogan û Putîn de. Rûsya dê dê bibêje me firsend da te lê te nikaribû pêk bianiya, wê çaxê jî li vir wê operasyon çêbe.”

Li ser rewşa Efrînê, Sîpan Hemo got, tiştê Tirkiye li Efrînê dike, dagîrkerî, qirkirin û koçkirina gelê Kurd e. Siyaseta Tirkiyê li ser qirkirina gelê Kurd ava bûye û Efrîn beşek ji plane ye. Ti cudahî di navber dagîrkirina Efrînê û êrîşên li Bakurê Kurdistanê de nîn e.

Herwiha got: “Efrîn her tişt e ji Kurdistanê û Rojava re. Eger em bixwazin vê hemleyê bikin hemleyeke mezin ji bo gelê me li dû me were, divê em jê re hinek hesap û tertîbên cuda çêkin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin