YPG: Em ê bo Efrînê operasyonê bidin destpêkirin

YPG: Em ê bo Efrînê operasyonê bidin destpêkirin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku ew ê bo rizgarkirina Efrînê operasyonê bidin destpêkirin.

A+A-

Rojnameya Yeni Akit a ku nêzîkî Hikûmeta AKPê ye îdia kir ku Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê gotiye, wan dest bi amadehiyê kiriye bo operasyona Efrînê.

Li gor vê nûçeyê Berdevkê HSD wisa axiviye: Eşkere ye bo rizgarkirina Efrînê operasyonek li ber me heye. Bo vê yekê wext jê re divêt. Lê em bo vê amadehiyan dikin.

Li aliyekî din Şêwirmendê Berê yê Serokomarê Berê Abdullah Gül, Ahmet Takan jî di nivîsara xwe ya di Rojnameya Yeniçağê de ahagiyên balkêş dan.

Takan got Rûsya û Esed bi lihevkirina digel Emerîkayê operasyona Îdlibê kirine û Yekîneyên Parastina Gel YPG jî wê tevlî operasyona Îdlibê bibin.

Takan, herwiha bale kişand êrîşên YPGê li dijî navenda Efrînê û got dibe ku jinişkave Efrîn wê bikeve kontrola YPGê.

Takan di berdewamiya nivîsara xwe de wisa got:

"Li gor zanyariyên ji qadê bidestxistî ez dikarim bibêjim li Efrînê em dikin kontrolê ji dest bidin. PKK û YPG êrîşên tund li OSOyê dikin. Da ku ziyanê nebîne TSK xwe kişandiye navenda Efrînê. Li aliyekî din ji hêzên OSOyê di nav xwe li hev dixin. Kontrolkirina taxê her kêlî dikare bikeve YPGê. Û Minbiç weke hû  dizanin..Lihevkirina digel Emerîkayê pûç derket. Esed, digel Rusya, Emerîka û YPGe re tevdigere. Heke wisa bidome em ê hatayê ji dest bidin.!"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin