YPG ji pêşmerge re serkeftin xwest
Ji bo rizgarkirina Musilê fermandarê YPGê ji pêşmerge re serkeftinê xwest.
A+A-
Polat Canê fermandar û nûnerê YPGê ku di nav Hevpeymana Navdewletî de wezîfedar e, şerê pêşmerge ya ji bo rizgarkirina Musulê li dijî DAIŞê destpêkiriye, bi peyama ku weşand, serkeftin, pêşveçûn û silametî ji pêşmerge, gerîla û hemû kurdên beşdar re xwest. Fermandarê kurd Polat Can li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê kurdî û bi erebî peyamek ji bo operasyona Mûsilê weşand.
Polat can di peyama xwe de wiha got: "Ez ji birayên xwe yên pêşmerge, gerîlla û tevayî lehengen Kurdan re di şerê Musil de serkeftin, pêşkeftinên mezin û selametiyê hêvî dikim."
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin