YPG: Li Efrînê herî kêm 12 leşker û çekdar hatin kuştin
YPGê ragihand, hêzên wan di nav çend rojên borî de herî kêm 12 serbazên Tirkiyê û çekdarên Sûrî li Efrînê kuştine.
A+A-
YPGê di daxuyaniyekê de ragihandiye, hêzên wan ji roja 11 vê mehê heta 15 vê mehê êrişên tund li dijî hêzên Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên li Efrînê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama wan êrişan de herî kêm 12 serbaz û çekdar hatine kuştin, di nav kuştiyên Tirkiyê de jî efserên pilebilind jî hene.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin