YPG: Ti pêwendîya me bi teqîna Efrînê re nîne

YPG: Ti pêwendîya me bi teqîna Efrînê re nîne

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, teqîna pêr ya Efrînê ji alîyê wan ve nehatîye kirin û haya wan jê nîne ji alîyê kê ve hatîye kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Roja 28 vê mehê li nav bajarê Efrîn yê Rojavayê Kurdistanê, kamyoneka bombekirî teqîya. Di wê teqînê de herî kêm 51 kes hatin kuştin û zêdetirî 170 kes jî birîndar bûn. Piranîya kuştî û birîndaran sivîl bûn.

Piştî teqînê, hikûmeta Tirkîyê yekser YPG bi encamdana wê teqînê tohmetbar kir.

Lê berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd derbarê teqîna Efrînê de daxuyanîyek belav kir û ew tohmet red kir.

Nûrî Mehmûd di daxuyanîyê de dibêje: Hinek derdoran bêyî ku mijar were teqezkirin, bi awayekî lezgîn YPG ji vê bûyerê berpirsyar girtin. Ev tohmet û tawanbarî dûrî rastîyê ne, ti têkilîyê me bi vê bûyerê ve nîne.”

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin