YPGê bo Minbicê daxwaza alîkariyê ji Sûriyê kir

YPGê bo Minbicê daxwaza alîkariyê ji Sûriyê kir

YPGê daxwaz ji hikûmeta Sûriyê dike, ku Minbicê ji gefên Tirkiyê biparêze.

A+A-

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibêje, gefên Tirkiyê bo ser Bakurê Sûriyê berdewam in û daxwaz ji hikûmeta Sûriyê dike, ku Minbicê ji gefên Tirkiyê biparêze.

 

YPGê li ser hesaba xwe ya twîterê ragihandiye: “Em hêzên hikûmeta Sûriyê vedixwînin ji bo ku wan deverên ku hêzên me jê vekişiyane, bi taybet jî Minbic, kontrol bikin û wan herêman li hemberî êrîşa Tirkiyê biparêzin”.

 

Tirkiye dibêje, hêzên YPGê hêj li Minbicê mane û gefa wê yekê dixwe, ku ji bo derxistina YPGê ji Minbicê dê operasyoneke leşkerî li wê herêma bakurê Sûriyê pêk bîne.

 

Tirkiye herwiha di wan demên dawiyê de gefa wê yekê jî dixwe, ku dê operasyoneke leşkerî li rojhilatê çemê Firatê jî pêk bîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin