YPGê endamekî Encumena Efrînê kuşt
Endamekî kurd ê encumena sivîl a Efrînê ji aliyê şervanên YPGê ve hat kuştin. YPGê dîmenên kuştina wî jî belav kir.
A+A-
Koma çekdar a bi navê “Hêrsa Zeytûnê”, ku girêdayî YPGê ye, ragihandiye, wan doh li gundê Dêrsiwan ê Efrînê, kesekî bi navê Ekaş Hacî Ehmed Elî kuştine ku bo Tirkiyê sîxurtiyê dikir.
Wê komê bi belavkirina vîdyoya kuştina Ekaş, daye zanîn ku ew kesê han endamê encumena sivîl a Efrînê jî bûye. Encumena Sivîl a Efrînê, ji aliyê Tirkiyê ve hatiye damezirandin.
Di vîdeoyê de tê dîtin, çekdarên YPGê Ekaş Hacî Ehmed Elî li ser matorsîklêtê tînin xwarê û çend metran wêdetir dikujin!
bo temaşekirina vîdyoyê:
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin