YPGê li Ezaz û Marê êrîş bire ser OSOyê
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Ezaz û Marê ku di destê hêzên Mertala Firatê ya bi ser Tirkiyê ve ye, êrîş bire ser hêzên bi ser Tirkiyê ve.
A+A-
Hat ragihandin li ser xeta eniya Ezaz-Mare ku dikeve rojavayê Rojavayê Kurdistanê, hêzên YPGê bi çekên menzîldirêj êrîş bire ser Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) ya ku Tirkiyê piştevaniya wan dike. Piştî êrîşê, TSKyê bi obusan eniyên YPGê kir aramanc.
Li gor ahagiyan, hêzên YPGê li başûrê Ezazê û li başûrêrojavayê Marê, baregehên OSOyê bi çekên menzîldirêj êrîş kir. Di encama şerî de milîsek ji OSOyê mir û 3 ji wan jî birîndar bûn.
Piştî şer û pevçûnan, TSKyê jî ji xetên eniyên Ezaz û Marê, bi obusan êrîşî eniyên YPGê kir.
Weke tê zanîn TSKyê, di 23 û 25ê Çilê de jî eniyên li Til Rifatê yên YPGê kiribû armanc.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin