YUSUF KAYNAK: BERDÊL ÇÎ YE DI NAV KURDÊN ANADOLÎYA NAVÎN DE?
.
Yusuf Kaynak
Berdêlî: neku berdel ya di Tirkî de te bikar anîne; ev wate ya bêja berdêl e di Kurdî de ye: 'helweste ku li alîye din helwesteke din şîyar dike, danûstandine û mûbadeleye. Peyva berdêlê di zimanekî din de aynî wate dide. Bêjeyeke ku di yek zimanekî de di heman wateye de di yeka din de têkîldar dibe. Berdêl biha ye ku dema kirîna tiştekî ji alîye dine re tê dayîn, pevguheztine, pevguherandin, berdêl par e.
Berdêl di wateya ferhengî de yan jî di çanda gelêrî de du malbatên keçên xwe wekî bûk bi hevûdu guherîne. Li Anadoliyê Navîn ji vê ûsul û adetê re bi berdêl kirinê zewicîn an bi berdêlî zewicandin.
Berdêl zewaca du mêrane: malbatê wan herdu mêrên bizewicin beramberî hevdu keçên van herdu malan ji xwe re weke hevjin hildijbêrin, ew e berdêl şêwazeke zewaceye. Berdêlî an berdêlkî jî têgotin.
Hinek jê re zewaca beramberî hevdu kirine dibêjin ango mubadele kirin jî dibêjin di rastîye de wusa nîne.
Berdêl çiqas adeteke kevneşopîyeke kevnar e a mîletê Kurdê kesî bi dîrokê nizane. Hineke dibêjin ji bo bedêla xwîne û qatl sergirtine an li hevhatinek bibêje ew di destpêke de di sosyolojîya civaka Kurd faqîrî û belangaziyê rê nedida malbatê bi aborîya xwe xirab bêteqet û bêhêz bi vê rêgeyê yanê şêwaze berdêlî kurê xwe dizewicandin, ne tenê kurê xwe lawê xwe keçê xwe jî dizewicandin, bidil an bêdil, ew jî rastiyeke û realîteyeke civaka Kurd e û kevnar e!. Foksîyoneke destekî û destgirtîn heye.
Sedema vê li hin herêma dibe ku berdêl xwînrije re jî bibe berdêl. Belê li her herêmeke û parçêyekî Kurdistanê bawer nekî ku berdêlî lê tunebe. Li nav Tirk, Ereb û Farisê cîran candeke wek vê berdêlî ya li nav mîletê Kurd bingehî girtî nîne. Di zanîstina civakî ango sosyolojiyê nûjên de ev toreyeke paşverû a feodaliye: Di demê pere nebûn, dayinûstandin bi çi dibûn tabî bi mubadele bi guherîne dibûn. Ev kevneşopîyeke neku ji berxwe çêbû, ji ber feqîriye, bê çaretiyê, ev cure zewac kir adet li hin alî û herême Kurd lê dijîn, bû adeteteke zindî cîhê xwe zûde girtiye. Nuha hêdî hêdî ew tê terk kirin.
Li Nav Kurdê Anadoliyê Berdêlî an jî Berdelkî çawa qewimiye û heta îro xwe parastiye em mêzekin.
Hun ji berdêle re bibêjin mubadele yan jî trampe jî ew bi armanca malbata ku lawê/kurê xwe bizewicînine yên maleke di berçavê xwe re dikine, ku keça wan ji lawê xwe re bixwazin û keça xwe jî bidine lawê wê malê, ew e berdêlî. Di heman demê de ew malbatê biryarê digirin ku di aynî demê de beramberî hevudu wekhev keçan an jinan didin hev ew jî dibe berdêl yanê dibe zewaca jin û jin berdêl û law jî bi law re 'bi seri û pê dibin!'. Berdêl ji ber çi bûye adet, ji pêwîstiye, ji pêdiviyeke aborî derketiye: berdêl belkî bi rastînî ji nebûna heqê qalin derketiye; ji ber nebûne dirav pêdebûyi yanê ji hewcetî pêdebûye: ev cure çareseriyeke ku kes bêkar di mal de nemîne ji xwe re malbeteke ava bike û kurê xwe ji keça xwe jî bê mesrefê giran didin hev. Li cem Kurdê Anadoliyê heta salên vê dawiyê belkî ji sedî bîst pênc ziyattir xelkê feqîr yê heremê ji hev belav û belangaz bi vê medotê zewac domandine. Xwuşk û bira 'bi seri û pê dikirin' ev jî îdomeke/biwêjeke li nav Kurdê Anadolî ye.
Ji bo ku herêma Anadoliyê cîhê hilberînê yê kişt û kal e û yan ji dawar xwedî kirine ye. Yê ku rewşa wan a aborî baş nedibû ku qalinê zewacê lawê xwe bidana bi maleke din ya feqîr re qîze xwe berdêl dikirin, ku ew bêmal û bêzewac nemîne; herdu malbata li gor aborî û rewşa xwe nebaş hêdî qalin nedidan, tenê mala kur û keçê xwe rêdixstin û avadikirin. Zû an dereng ne hewcê ye di aynî roje de bûk siwar bikirana. Çunkî ne adeteke wusa ye ku di aynî rojê de bihata taqas kirin, guherîne. Neku diyariyeke an mubadeleke ew rastî jî feqirî û belangazîye bûye kevneşopî. Ji alîye din ve xort û keç bi dil an bê dil didan. Çunkî di wê serdema gundewarî a feodalî de kî li dilketine digerî, bes bûkekê ji lawê xwe re bînin û yê bêdil bi yekî din re direvîn, hîngê berdêl jî diçû mala bavê xwe her çetrefîl dibû, yan ji dû hev vedigerîn, aliyê din jî qîza xwe dil nekira dibira mal yanê berdêlî jihev diket, eger dergîstîbûya ji dergîste xwe hezbikira dest jê bernedida. Jê re çareseriyê pratîk dihat dîtin, ew jî bi alikariyê navbeynkara di nav xwe de pirsgirêk hal dikirin. Ev kevneşopiyeke bi trajediye dijwar e.
Berdêlî du malbaten ji feqîrî û hêjarî qîze xwe berdêl dikin, eger wusa nebûya kesî tenezulê berdêlî nedikir, wan jî jê re xeber didan ku berdêl ne adeteke/toreyeke yasayî ye, yanî cureyeke dijî qalin û pere ye, wateya berdêlî ye keçikeke didin keçikeke distînin. Berdeli bi vê şikle dibû. Ya ku ji me re digotin û a ku em pêdizanin ewê ji hêjarî û neçarî domandine. Neku ji şadbûnî û dilrazîbûnî çêbûye.
Ev adet digel rindiye xwe jî ango nerênî bûne xwe jî hene; mînakî: yek ji van bûkan yanê jinan were berdan yan jî sukeve biçe malê bavana (dê û bavan) ya berdêl jî bê guman divê-nevê ew jî biçe mala bavê xwe. Berdêl her demê ji derve nedibûn, ji malê merivê hev, wek kurê apa, kurê xaltikan, kurê ji malbateke ku nedixwastine qîzê xwe yad bikin yanê neçin malê biyaniyan didan hev ku biyaniyek nekeve nav malbata wan. Hineke caran malbatê ne zêde hevdu nasdikirin jî keçê xwe dikirin berdêl. Berdêl keçik dibin lawik nabin berdêl. Ew ji toreya gundewarî û feodalî yê yanê civakê ji sosyolojî derketî ye, îro belkî li nav Kurdê Anadoliyê jî nemabe. Zûdaye ew bi aboriya kapitalîzmê rûbirûbû, berdêl rengekî alternatîf ya çareseriyeye ji bo sepana sernave dirave ku di civakên xwedan dîroka candin û xwedîkirina ajalan/heywanan de hevpar e. Berdêl ew keçan wekî kirde nabînî malbatê nêz hevdike.
Encamak li ser berdêlê
Berdêl kevneşopiyeke zewacê. Di ferhengî Tirkî de danûstandina bûke. Zewaca cêwî ye duduya ne. Malbatek bi gelemperî ji ber xizaniyê, keça xwe wekî bûkeke dide malbatê din ku ji wê malbatê jî bûkeke werbigire. Di heman demê de ew rêbazek e ku ji bo bi dawîkirina dijminatiya xwînê dema pêdivî ye têbikaranîn. Malbatê berdêl dikin dibin xizm û ji bo ku ew ê xizmên xwe nekujin xwînrejî biqede.
Ev ê ji vê rengî çandê ya zewacê xerîb in, ew jî dibe sedema têgihiştinekê piranî seqet. Tirk, bêyî ku binyata kevneşopî bigerin, berdêlê bi xwînrêjî sûcdar dikin û dibên li şûnda hesta celebeke mirine ya prîmîtîf û tolhildaneke keçên xwe dikin qurbanî. Li vir Tirk nabêjin ji ku ew kevneşopiyeke aîdê çanda Kurdan e û ew wê wekî toreyeke ecêb a Rojhilat û Başûr-Rojhilat Tirkiyê didin nîşandan. Ew bixwe jî dibêjin ew ê bi toreke wusa ecêbmayî û hêrs bûne. Lê wan ti carî bi dev negotine ew toreya Kurdaye, kevneşopiye. Ew bi hêsanî jê re dibêjin tîrêja bi xwîn a prîmîtîf a rojhilat û başûrê rojhilat û wê nizm dikin. Em nizanin li ser vê mijarê çiqas lêkolînên zanistî bûne. Ew bê guman bûye mijara tezê. Nizanin li ser vê mijarê lêkolînên zanistî yên rast û têrker hatine kirin an na?. Me tenê qala kevneşopiyeke di nav Kurdên Anadoliyê de heya demeke pir nêzik di nav gel de dijiya, bi sedsalane jiyaye. Tirk ji vê kevneşopiyê matmayî dimînin, ji ber vê yekê em dikarin bêjin ew kevneşopiyeke tenê Kurdan e! Ji bo ku ev kevneşopî ji hewcedariyeke civakî çêbûye û di serdemên feodal de dema ku dirave ne miteber bûne, derketiye holê, mînakek, ew kevneşopiyek e ku ji hewcedariyeke weha civakî ya revandinê çêbûye. Di şert û mercên dijwar de derketiye holê ku pirsgirêka diravî çareserî bi xwe re neanî, loma ev çareseriyeke pratîkî çêbû û her çend îro hukmê xwe winda kiribe jî ta duhî ango 40 û 50 sal berê, ew kevneşopiyeke zindî bû di nav Kurdên Anatoliyayê de. Her çend hîn jî di nav avahiyên malbata feodal de berdewam bidome jî, van kevneşopiyê ku ji hêla belavbûnê ve hatin eşkere kirin, di dîrokê de cihê xwe girtin. Ev kevneşopî hîn jî li herêmên teng dijîn herçend qismî be jî, di nav civakê malbatî yên girtî de ku avahiya civakî li hin herêmên Kurdan bi tevahî neguhertîne.
Lahey, 13ê adarê 2021
Yusuf Kaynak
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin