Yusuf Kaynak: Di Derbarȇ Wergerê De Agahdarȋ
Werger û wergêr; eger mîrov ti ziman û wêjeyek nexwendi bibe nikare bibe wergêr; wergêrî: ji bo wergêrî teknîk û metodê zanistî jê re pêdivîn in; û wergêr divê ji mêj ve teorîya wergêrî bizane û di pratîke de ji zimanê wegerîne xeberdar bibe
Werger; bi wateya têgeheyî: bêjeke an hevokeke bi nivîsandinî an bi dengî ji zimanekî wergerandina zimanekî din e. Ev têgeha wergerê bi șîroveyê kovareke an rojnameyeke re nayê têgehêștine. Çimak werger zûdeye bûye dîsîplînekî zanistîne û di zanîngeha û dezgehê zanistîye de tê xwendine û tê hînkirin. Mîletê cîhanê ê xwedan sazûman û sazîyê fermî ev pirsgirêke xwe yê werger û wergandine bi sedan salan berê çareser kirine. Ji bo wan zorî û astengî nemane. Yên wek Kurdan bê sazîyê fermî û dewletî ew pirsgirêk çareser nekirine. Ji xwe heta dewletek bi sazûmanîyê zanistî ranebe ser pîyan; ew têgeha û bêja wergere û çalakîyê wergerê di zimanê Kurdî de cîhê xwe yê qawîn û sext nagirin.
Bi kar û barê kesayetî û bi performansê mirovekî û kesayetiyên zîrek ew karê wergerê naçin serî û bingehê sexlam nagirin. Wergerê heta niha ji bo Kurmancî tên kirin ji zimanekî ji bo zimanekî din ne li gor zanistî bi metoda ye; ew li gor qabîliyeta kesê zîrek û helwestê kesayetî têne kirin. Divê em ne tenê ji vê yekê re rûmet bigirin, divê ji bo roje pêșeroje wergêr bi metodan ango rêgeyê zanistî wergera bikin. Dema Kurd bi akademî û zanîngeha rabûn û hișyar bûn derbarê zanistîna wergerî de yê pir matmayî bimînin ku wan çiqas șașîye mezin û biçûk di wergerê xwe de kirine. Kesatiyê ku ti peyvendîyê wan bi wergerê nebûne bûne wergêr; lê feyde jî ji çalakîyê wan hatiye girtin; ji alîyê din ve jî zirar dan wergerê û danê kesatiyan û navê xwe yê taybetî jî. Heta niha dezgehê Kurdan yê zanistî nebûn û kê/î çi kar dikir bêberpirsyarî dihatin kirin. Hêdî ew dem kêm û zêde ji me șûnde dimînin. Li bașûr sazî û zankoyê fermî hene, li rojava û li rojhilat jî hene û yê nû çêdibine; van çend salê dawî li bakûr û li ewrope jî bi ciddî xebatê zanistî tên meșandin; beșe Kurmancî û Zazakî di zanîngehê Tirkiyê û ewropê de têne vekirin. Li ser ziman û wêjaya Kurdî ders di danîșgehan de ji alî akademîsyanan ve tên dayin û girtin. Ew hemû pêșketin in ji bo gêșbûyina wêja û zimanê dayikî.
Werger û wergêr; eger mîrov ti ziman û wêjeyek nexwendi bibe nikare bibe wergêr; wergêrî: ji bo wergêrî teknîk û metodê zanistî jê re pêdivîn in; û wergêr divê ji mêj ve teorîya wergêrî bizane û di pratîke de ji zimanê wegerîne xeberdar bibe û karekteristîkê wî zimanî jî bizane. Li zimanê ku nêzikî dibî ji bo wergerê pêwîste tekstê wî zimanî jî alî cudatiyê çandî û zimanî de analîz bikî. Bi rêga wergerê têgeha 'wêjeya cîhanê' hat hole. Di dîrokê de tercumanî/wergêr pîșeyekê kevn e û bi riya teorîya wê klasîkê cîhanê heta vê gavê ji zimanekî derbase zimanekî û ji nifșeke derbasî nifșeke dinê bûn. Weke klasîkê cîhanê: roman/destan/serpêhatî/çîrok/meselok/helbest-șîîr/gerenok û zanistîyê siruștî û xwedêgirafî hemû zanyarîyê din û her cure berhemê nivîskî hatin wergerandina zimanê dayikê û cîhanê, ji bo ku edebîyata cîhanê gêșbibe û çand jî hevdu binasin ji bo ku bandorê lihevbikin. Ji bo wî hînkirina wergêr û wergerînê li gor prensîbe zanistî bi zanayî werin kirin. Dibê berê meriv zimanê dayikî baș bizane û zimanê armanc ê wergêrîne lêbikî jî kêmûzêde wiqasî bizanî.
Nivîsara çavkanîyê ..............................................Nivîsa armanc
Wek mînak: zimanê dayikî çavkanîye -------------Zimanê wergerê armanc e
Jiyana min ket tengasîye ------------------- ---------Yașamım zora girdi.
Kurdî wergerandina zimanekî çavkanîye --------- Kirina Tirkî wî zimanî dike armanc
Ev nivîsara ji bo agahdarîyên wergerên kurdî ne. Kurdî zimanekî ji famîlîya zimanê Ȋranî ye. Ne pêwîste ku wergêr yek û yek bêjê Tirkî bike Kurdî an Kurdî bike Tirkî. Ev ziman bi malbatî ji hev cude ne, karekteristîkê xwe ji hev cude ne, rêzimanê xwe cude ne. Kesê wergêrî bikin ne bes e tenê van zimanan baș pê bizanin. Divê di pratîk û ceribandin û șopandina analitîkî û mantikên zimanan jî bișopînin. Ji bo kesê ku çend zimanan nezanin wergêrî ne hesan e. Wergêrî pîșeyeke zanistîne ya hessas û cîddîye. Tu nikarî bêje bi bêje wergerinî divê hevoksazîya wî zimanî bizanî, rêzimana wî bizanî, henek û pekanokê wî zimanî û sînonîm û metelokê wî zimanî jî baș bizanî. Ya herî baș gramêr û analîzê hevokê û paraxraf û sentêzê ziman jî bizanî. Çi wextê hakîmê van agahdariya bibî, hîngê dikarî wergera bikî û bibî wergêr. Nimûneke rojeve a wan demê derbasbûyî de ku 'Haham'ekî Amerîkî axaftineke li ser merasîma gorkirina Muhammed Ali Clay de kiribû, ku di axaftine de çend gotin li ser Kurdan jî kiribû. Kurdan ji axaftina Haham ya ji Ȋngîlîzî, nûçeke ji rojnamê girseyî û ragîhandina civakî ya bi Tirkî an Erebî wergerandin Kurdîya Kurmancî tê de zor newekhevî çêbûne; mînak: 'tell the leaders of Turkey to stop killing the Kurds'. Ev peyvên Haham di facebookê û di çapamenîya Kurdî de bi cure wergeran ve hat wergerandina Kurdî û Tirkî. Ev werger hatin pêș: 1) ji pêșengê Tirkîyê re bibêjin bila kuștina kurdan rawestînin. 2) ji rêveberê Tirkîyê re bibêjin bila bes e kurdan nekușin. 3) ji serokê Tirkîyê re bibêjin dest ji kuștina Kurdan berdin. 4) ji lîderê Tirkan re bibêjin êdî Kurda nekușin. We dît bi çiqas rêge û bêje cude werger dibin. Ne ku xelat in, belê hemû têgeheștin cude tên ferq kirin û nuans çêdibin. Eger wergêr bi usul û metodê wergerîne bișopînî têdigehî cudatî di her hevokê jor de hene; û kesê wergêr nuans û naverokê hêjayê rêgezê zimanî bes dizanin.
Ji bo nimûnetî: baș binêrin ka hun van metelok û gotinê Kurdî çawa vedigerînin Tirkî û Erebî: 1. 'Ereb ji Ereb re gotiyê qûna te ji qûna min reștir e'. 2. 'Navê te ji navê min sortir e'. Orhan Pamuk jî romaneke xwe ya bi vî navî nivisî heye ‘Adım Kırmızı’ gumane wî ew nava jî ji Kurdî girtîye. Zanîna ku tê zanîn di Tirkî de gotineke weha kesî nebîstîye. Kurdên dibêjin: 'Navê min sor e'. Ew ne metelokek e gotinek e bi mecazî ye. Mînakeke dine jî: 'șêr șêr e çi jin e çi mêr e'. Vê care ewqas bes e!.
Yusuf Kaynak, Den Haag, 10-07-2020
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin