Yusuf Kaynak nivisî: Asîmîlekirina Kurdan û pêvajoya asimîlasyonê !
Kemalîstan dizanîn ku ji mîrata Osmanîyan zimanekî yekgirtî û neteweyeke yekgirtî dernakeve. Atatürk ji gelên Anadoluyê û Mezopotamyê dewletek Tirk avakir, lêbelê bi xwe bawer nebû, bêwijdanî destpêkirin Kurdan ji dîroke rakin,
Asîmîlasyon ne cure jenosîdeke fîzîkîye, lê encamê xwe ji jenosîda fîzîkî wêrantirin, bandortirin, çunkî mebest ji hole rakirina gelekî ye. Asîmîlasyona mîletekî tev ziman û çandê ji hole rakirine. Asîmîlasyon li dine bi darê zorê serneketîye, lê li Kurdistana bakur bi qanûnan û destûra bingehî weke cure jenosîdeke çandê tê meşandin. Kurd bi nîjada xwe û zimanê xwe ji gelê Tirk cude ye, lewra xwastin berê Kurdî ji hole rakin. Welatên kolonyalîst çi kirine Tirkîyê ji wan zêdetir kirîye. Asîmîle kirina Kurdan ne bi vîna Kurdan bû. Asîmîlasyon di naberê du çanda û zimana de dibe. Tirkîyê fersendek nedabû Kurdan ku wekû netewe tev zimanê xwe bijîn. Ҫunkî Tirkîyê li welatê Kurdan dijî Kurdan bû, Kurdî zimanê wî welatî yê xwerû bû. Tirkî û çanda Tirkî li welatê Kurdan raser nebû wek Fransî û Îngîlîzî Kurdan hembêz bike. Wan raste rast xwastin Kurdî û Kurdistanê di bîrdozîya miletê Kurd de fetisînin û cihê wî zimanê Tirkî û çanda Tirkî têxînin. Lewra mijar belav nebe, divê tenê bi asîmîlasyona çandî a kulturî bisînorbikin, çunkî asîmîlasyon di zanistî de tê pir wateya.
Bêja asîmîlasyonê di pir zanistî ya de tê bikar anîn: di asîmîlasyon çandeke de, di bîyo- kîmya de, di pêşxistina psîkolojîye de, di zimanekî yanê di rêzimaneke de, di rengên dîtbarî de, di ne dudu ye wekhev de, di yekkirina kêmnetewan di nav neteweya mezin an dewleteke mezin de û ku çanda xwe di cîhê de bihêlin û bikevin rengê yê din; bêja asîmîlasyonê di sosyolojî de tê wate pêvajoya hevgirtina yekkiribûne; û endamê gelekî bi çanda kêmneteweyeke weke komeke koçber û kêmneteweye dikevin nav vê pevajoyê an jî ji alîyê çandeke û civakeke mezin a dagirkerî de bê daqulandin. Mînak: bi daqulandina vê kêmneteweyê ango etno-komeke hineke dîyardeye xwe bi taybetmendîye xwe ê taybetî wekû cilûberg, ziman an şȇwe di encama pêywendî û têkelîyê li gel çand û civata din wenda dikin. Ev xetera herî mezin bo kêmnetewê an koçberê li welatekî bîyanî bi war bûne.
Asîmîlasyon û koçberî: di vebestandina (kontekst) koçberî de divê 'asîmîlasyona temamî' ji 'asîmîlasyona qismî' cude bigrî. Di serekî de asîmîlasyon bi kûrahî di laş û rih de cîh digire û ji cuda yê der ve (rengê cermê wan îstîsna ne) ji hole radibin. Koçberê qismî û yên temamî asîmîle bûyî hêdî zimanê welatê lê koçer bûyî yî wek zimanê malê bikar tînin, êdî zêde zimanê welatê jê hatin û bi eslê xwe ji wir in ango yê bav û bapîran bikar nînin; cil û berg li xwe kirin û hîn bûna xwarin û vexwarin jî teva wan tê guhertin yanê tên asîmîle kirin. Ev e prosedura asîmîlasyonê ya sirûşte ye. Di qismî an qismî asîmîlasyonê de koçber û neslê duyî wan heta dereceke mezin çanda welatê jê hatin diparêzin û ew hakîme zimanê welatê lê koçber in û ew wekû mirovên gihiştî ne û kîjan qanûn û nîzam ji niştecihê welatê ew lê dijîn re derbasdarin, ew jî wan dizanin û jê re rêzdar in.
Pêvajoya asîmîlasyona zimanekî û çandeke; Mînak: di destpêkê de ji orjînî de ne ziman İngîlîzî ne di destpêke de welat û herême Îngîlîzî axeverin, xwe guherîne derbasî İngîlîzî, Fransî bûn. Nimûnek divê Îrlanda bê nîşan dan, belkî hinek alî Brîtanya Mezin wek Skotland û Waals bên ser zimên. Di hinek zanistî de bêje û biwêj têrî nakin hînge sîstematîk derbasî bêjê İngîlîzî dibin. Di zanyarîyê weke esmangerî, di teknîke, di zanistî û agahî de, di karsazî û sporê de. Mînakek din ya varyantên jorî di bikaranîna têkelîyên kar û barê der ve yê welatên Îskandinavîyê, Holendê û Slovanyê wek zimanê duwemîn Îngîlîzî bikartînin. Îngîlîzî wek zimanê ewropî li Afrîka başûr jî tê axavtin. Li wir zimanê desthilatdarîyê û yê perwerdeyi yê dîsa Îngîlîzîyê, zimanê herêmî jî tên hînkirine.
Li gor zanistî asîmîle kirina Kurdan ji Osmanîyan destpêkirîye, du şerê cihanê î yekemîn re Kurd ketin bin desthilatdarîya çar welatên ne Kurd. Tirkîyê hat damezerandin li Tirkîyê hejmara gelhê Tirkîaxafer ji sedî 50 kêmtir bû. Kemalîstan dizanîn ku ji mîrata Osmanîyan zimanekî yekgirtî û neteweyeke yekgirtî dernakeve. Atatürk ji gelên Anadoluyê û Mezopotamyê dewletek Tirk avakir, lêbelê bi xwe bawer nebû, bêwijdanî destpêkirin Kurdan ji dîroke rakin, Kurdistan înkar kirin, dû re Kurdî jî bi yasa qedexe kirin. Heta van salê dawî hebûna Kurdan û Kurdî înkar dikirin, digotin zimanê Kurdî tûneye, çend bêje Farsî, Tirkî û Erebî ne, ne zimanekî şaristanî ye ku pê binivisî û pê bixwinî û biçî dibistanan wî hîn bibî. Ji bo înkar kirina Kurdî di unîversita de ders didan û têz dinivîsandin û gelek kesê prof'ê ku Kurdî nedizanîn pirtûk û têz dinivîsandin ku Kurd bi esle xwê Tirkên çîyayî û qawîmeke Tirk ya Asya Navîn e. Nod salî Kurdî înkarkirin û digotin zimanekî prîmîtîf e û îro ji xwe serbest kirine û di TRT-6ê de bi zimanê nayê famkirin 24 saetan weşane dikin.
Sîyasetmader û akademîsyenê Tirk derewan dikin, gotine me Kurd asîmîle nekirine: belê we çi kirîye? çend kreşê bo zarokê Kurd û çend dibistanê Kurdî, çend rojname û kovar, radyo û tvê Kurdî û mûzexane û kutupxane Kurdî avakirine, çi îstatîskeke we li ser gelhê Kurdê Tirkîyê heye, nimûneke nikarin nîşan bidin, çawa we Kurd asîmîle nekirine, kanî zarokê Kurda li kolana bi kîjan zimanî diaxivine û perwerde dibine. Bi hezaran dibistanê Tirkî û unîversitê Tirkîye hene. 25 milyûn Kurdê li Tirkîyê dijîne û hemwelatîyê Tirkîyê ne, ka çî wan heye, ka ew ê li ku der Kurdî hîn bibin. Desthilatdarê Tirk fedî û heya nakin dibêjin me Kurd asîmîle nekirine, îro ji 25 milyûn Kurdan belkî nivê wan bi Kurdî nizanin û asîmîlebûne, ew rastîyeke Tirkîyê, sedem çi ye ji bo ku Kurd nebin netewe û nebin xwedan nasname, lewra mafê mirovî hemî li Kurdan qedexe kirine. Ҫima Kurdî îro ne di qada zimanê cihana şaristanî de ye sedem fersendek û derfetek nedane Kurdan li welatê xwe bi Kurdî perwerde bibin û Kurdî jî bikeve nav zimanê cîhanê û bibe zimanekî desthilatdarîye û bibe zimanê dayin û standine û yê aborîyê û yê ragihandinê civakî.
Tirk bixwe ne xwedanê zimanekî dewlemendî mîna Îngîlîzî û Fransî bûn. Tirk hê ferî zimanekî nû elifbeka nû dibûn, destavêtin Kurdî ew kirin pêvajoya wenda kirine ku Kurda di nav neteweya nû ya Tirk û zimanê Tirkî de bihelînin. Ҫunkî asîmîlasyon projeyake pêvajoye, di demê de çand û zimanê dewlemend ê di pêvajoye de zimanê herêmî ê ku pêşneketî dagîrbike û bikeve cîhê wî; gelê herêmî yane ew welata ji dil ne be jî, ji pêwistî bikeve bin bandora vê pevajoye. Ew pêvajoyeke sirûşt e ne zorbazîye. Lê Tirkîyê dijî Kurdan pêvajoyeke wiha nebû û hê jî tuneye; Kurdî heta van salan jî qedexe bû û hê bi fermî ji nehatîye naskirin, tenê wek zimanekî herêmî tê naskirin, ew jî bi serê xwe heqerete li Kurdî. Kurd ji Kurdî şermok kirin û dan fêdî kirin ku bi Kurdî tahsîl nabe, gerek hun bi Kurdî çi bikin!, hun bizanin hune pê kîjan mesleke bi destxin û kar pêyde bikin?. Kurdî fêr bûn karê bêaqilan e. Li îmamê mizgeftan bîle Kurdî qedexe kirin niha musilmanê Kurd ji medresê Kurdî yê berê şerm dikin ku bibêjin em diçin medrese, lê dibêjin em diçin Qûran kursî, ev sîyaseta dewletê bi zanistî dihat meşandin û xwedan projeyeke kûr û dûr bû.
Di 88 salan de dewletê Kurdî fetîsandîye û Kurd ji Kurdistanê dûr xistine, asîmîle kirine û xelk bi nostaljikî wekû gundî bi hev re biaxivin dibêjin bav û bapîrê me jî Kurd bûne, ev ne guneh e!. Ev hemî serkeftinên projeya asmîlîsyona Tirkîyê nîşanî me didin. Îro Kurd ketin şopa oto-asîmîlasyone û ev jî xetera herî mezin e û mirovê Kurd hêdî ji dil de xwe asîmîlê Tirkî dikin ku meslekê ciwan û karekî bilind û jîyaneke kamîran ji xwe re bikine armanc, ev e asîmîlê. Ev e oto-asîmîlasyon e vegera we ne mimkûn e, çunkî ji dil de xwe diguherîn ser çand û zimanê serdestan.
Asîmîlasyon û entegrasyon ne metodê zorbazîye ne, asîmîlasyon îro ji bo Kurd û Tirkên koçber yê li ewropê dijîn re pirsa gilî û gazînê civakî ye. Piştî karkarê koçber hatin welatê ewrope pirsgirêkê civakî jî li gel xwe anîn ewrope. Kurdî jî di nav de ti zimanê qedexe li ewrope nînin, lêbelê ti îmkanê zêde jî nedane wan ku ew bi zimanê zikmakî perwerdeya xwe bi rêva bibin. Ҫunkî ew 60 sal in wek karkarê bîyanî bo demekê hatine ewrope bi cîh bûne û hêdi ewê nikarine bizivirin, ev çend nifş in li ewrope dijîn û zêde dibin û dibin hemwelatîyê ewropê. Li van welatan dersê zimanê zikmakî serbest in û li hinek welata jî dibistanê wan û dezgehê wan yê akademîkî hene. Ti zordarî û piçûk dîtin li ser wan tune ne û ti navê zarokên wan yên taybetî li ti welata red nebûne û qedexe nekirine, ji bo agahdarî bi zimanê dayikî heta vê dawîye jî li gelek welatên ewrope ji bo koçberan beranamê televîzyon û radyo çȇdikirin, bi zimanê koçberan her cure kovar û rojname dihatin weşandin. Ji xwe di roja îroyî de dema dijital û satalîtê asmanî de qedexe kirin ne mimkûn e. Xwazîya heta îro ev mafê ewropê dane bîyanîyan, Tirkîyê jî bidana Kurdan. Ji bo van mafan bi hezaran Kurd ketin girtîgeha û hatin kuştin. Ew eyb hê li Tirkîyê dom dike û Tirkîye biserdajî ji Almanya re dibêje hun Tirkan asîmîlê dikin, ev kar Almaya dike dibêjin suçên mîrovahîyê ne, ew durûtîya Tirkîyê, bêaxlaqîye, bixwe Kurdî axavtin mehkume hundirî malê kirine.
Hemû tv’ê asmanî û kablo ê Tirkî û zimanê din li ewrope xwedan nivîsgeh in. Meriv nikare ji bo Tirk û Erebê li ewropê dijîn behsa asîmîlasyone bikin. Asîmîlasyon bo Tirkê ewropê belkî sedsalî bidome, ew jî ne mimkûn e, ol bernade ew asîmîle bibin di nav civaka Mesîhî de; li her kuçeke û bajerê ewropê de mînarek bilind bû, ew cemaatan ji xwe bernadin ku Tirk li ewrope asîmîle bin!, dibetî Tirk entegre bibin ji bo menfatê xwe û dikarin baş cehd bikin zimanê ewropê bizanibin bo kar bibînin û jîyana xwe li vir rêkûpêktir bikin. Ji xwe Tirk ji asya navîn bi çend qabîla hatin û hezar sal bû asîmîle nebûn. Zimanê Osmanî yê melez ji Farsî, Erebî, Tirkî û ki yê dine mayî avakirin.
Anekdotek: demeke rojnamegerê Tirk rîya Bekaa a Lubnanê ku serokê Pkk'ê Abdullah Öcalan lê dijî kirin rîya Kabe. Ҫiqas di bîra min de maye nizanim, lê rojeke nûçevanekî Tirk bi devkenî, digo: Abdullah Öcalan yê biçe qursa dîksîyonê ji bo Tirkî xweş biaxive. Ew nûçe ya 25 an 30 salî berê, lê pirs hê jî aktuel e, sedem Tirk ji aksana Kurd pê Tirkî diaxivin jî aciz in, ez bi xwe li cem doktorekî Tirk axivîm, pirsî, got tu î ji ku yî!?. Tirk li ber aqilekî ne Kurd roje zûtir zimanê xwe ji bîr bikin û bibin Tirk û bikevin şopa wenda bûne. Tirk naxwazin Kurd bi aksana xwe a Kurdî jî Tirkî biaxivin, ne tenê bi Kurdî ye. Di rastî de di rojhilata navîn de Kurd nebin Tirk nikarin bijîn, derî lê girtine û kîlît di destê Kurdan de ye û herdemê Kurdan jê re vekirîye. Ew rastîyeke dîrok e.
10.08.2020, Lahey/ Yusuf Kaynak
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin