Yusuf Kaynak Nivisî: Di Nav Kurdên Anatolîya Navîn de Bûk Derxistin!
Bûk derxistin an bûk kirin bûk li welatê Kurdê Anadolîyê bi taybetî jî li cem Kurdê Xelikan di wan dewr û demê xwe de adetê rengîn derxistine. Çiqas kevneşopîyên vî gundî li vê deştê hene dawetê bûk derxistin ji wê demê de hene.
Bûk derxistin an bûk kirin bûk li welatê Kurdê Anadolîyê bi taybetî jî li cem Kurdê Xelikan di wan dewr û demê xwe de adetê rengîn derxistine. Çiqas kevneşopîyên vî gundî li vê deştê hene dawetê bûk derxistin ji wê demê de hene. Berî ku Xelîkî li wê çolê îskan bûne gorî gotinê bav û bapîran ev deşta boş bûye kesî nîştecîh lênebûye; rûniştevanê vê cîwarê bi çend kesên ji Çukurovaye hatine lê êwîrîn îskanî bûye.
Mijar ne gund ji ku hatiye li vir cîhbûye, mijar ev e divê aşîreta hatî ji ku hatîye ligel xwe orf û adet xwe ji tevî anîne û ew adet bi temamî bi welatê jê hatî ve girêdayî bûne yan na?. Xelikî du sed sal hebe tunebe nizanin tam çi wextê li vî gundî peya bûne, dîrokeke berçavan nîne, divê hebe pêwîstî bi lêgerîneke zanistî û dîrokî heye ku ji belge Osmanîyan destpêbikî, bikevî şopê ka ew Kurdê Anadolîyê hemûya bi secere yek bi yek derî ronîye xînin. Ji vê re xebatê lazim e. Ew gotin ji bo destpêka tore bûk derxistin bê nivîsin ji bo Kurdê Cîhanbeylî bi taybetî bên zanîn girîng e. Bûk derxistin an gelin çıkarmak di nav hemû mîletan de adet e, lê ji berê de her êl û aşîret ji bingehî de bi kultur û çand û adetê xwe cude cude şahîya amadedikin. Mijara me ne lêkolîneke dîrokîye, lê nivîsareke ji rêze ku ew cudewazîye di navbere me û Kurdê her çar alî cîhanê de çi ne, hineke bînin ber çava û yekê jî ew kevneşopîye me li nav Kurdê Anadolîyê hemû yek in an wek hev in bên zanîn ji nifşe duwerojê re.
Ji bo wê destpêke de bibêjin adetê bûk derxistine em jê qal dikin heta salê berî 1980î bi jîndarî û bikêfî didomîn, ji wê demê şûnde pişavtina çande me Kurdê Anadoliyê koçberîya bevê ewropê kete xeternake wêran bûne û gundewarî kêmbûye pê re adet qels bûne, jîyana berê ya kevnare îro ne weke sedsale çûyîn de ye, lê yê çend salê dawî yê sedsala bîstane. Sedsala bîstûyeka ji kareseteke din bi xwe re anî, jîyan hemû kir nav masê salonê şahîya û nav lepê kameramenekî bo vîdeo. Van demê nûjen de tev xeterê xwe îmkanê nû jî têne hole ku dawet û şahîyê vî zemanî bikin bandê. Bûk derxistin li ser daweta hevjiyîneke bi mêrekî ve girêdidine ango jineke ji mêrekî re sîwar dikine yanê jî zavê re jineke bi şahî û dawul û zurne dikin bûk, ewê daweta ez jê behsdikime. Berî bûk derxistine, dest raysan dibe, di nivîsara xwe çûyî de jê behskir. Her dest raysan bi şahî nabe her bûk derxistin jî bi şahî û dawetê mezin nabin, kî çi hêza xwe ya aborî û malbatî hebe li gor xwe îmkana ji lawê xwe re daweta bûk derxistin dike.
Berî her tiştî şahîya bûke ya 'gelin çıkarma' li gorî rewşê, şertan û mercan tevî dewrane jî tênê guhertine. Bûk derxistine berê hêdî dibin xeyal û dikevin nav rabûrdîye çanda kevnare. Ger dixwazî wana bîrnekî bi bîrbînin divê binivisî bikî belge di nav rûpelê dîrok û çandê xwe de veşêrî bikî arşîv, bikî pirtûk ev nivîsara loma girîng e, ger nekî ev cure dawetê zewacê rûpelek ji çanda me wende bibe, dewran loma erkê dide ku em binivîsinin ji arşîfê re bi mal kin têxin refê çanda xwe ji bo hişmendîya gelêrî û malbatî û netewî dernekeve û bîrnebe û wende nebe. Di nivîsara çûyî de ji dest raysane yane ji nîşane û şahîya wê bahs kir. Dû nîşane re çend sal û meh derbasdibin dorê tê bûk derxistine yanî bûk sîwar kirine. Berî bûkê derxînin mala lêwik yanê a zavê tev malbatê û giregirê xwe diçin qalin birîne, ew orf û adet belkî nifşê nû re wekî henek an qirfonek werin, lê heta sî an çil sal berê orf û adetê zewacê li nav Kurdê Anadolîye wusa bûn, van demê dawî hebe li ku be jî nizanim, bi piranî ew kevneşopî giran giran radibin, bi tevahî li rabûne ne. Mînakek qalin birîne: bavê zavê hinek mêrivê xwe û hineke pêşepêş û rûspîye gund digirtin êvareke tabî berê xeberê didin mala keçikê yanê dê û bavê keçike ji bo ku tenê qalin birrîne, heta demeke berê jî qalin hebûn, yanê nerxek lê têxistin, ew nerx di zemanê xwe de mal dibû pez dibû belkî wê demê hêştir jî dibûn, em nifşê nû wan rojan nizanin li ber destan belgename jî, arşîf jî, wereqe jî yê nivîskî tun nin, loma nikarin her gotineke bikin, di dewr û demê ku em pê dizanin û têgehêştine, pere jî, mal jî ji ber qalin ve didan.
Qalind wek nirxeke dihat xwastin, ew mêvane çûyîne qalin ji giregiran û ji pêşepêşe ji mal mezinan dihatin hole, ku ew nebûyan nerxê giran dihatin birîn, ew navbeynkarin diketin hole lihevkirinek dianîn meydane. Ew navbeynkar ji berê de pisporê wan karê wusa bûn, wan herdu alî jî nasdikirin, him alî lawikê bizewice him alîyê keçikê û aborîya herdu alîyan dizanîn, loma bi vîjdanî diaxivîn, her du alî jî memnun dikirin. Nave xwe qalin e lêbelê ne tenê pere dayina bavê lêwik bo bavê keçikê, ku niha weha be, bi rastî keçikê hîngê têne firotine, belê di eslê xwe de ne wusa bû, ew pere ji bavî zavê digirtin didan bavî keçikê, bavî keçikê pirr faqîr nebûya yan ti dijminatî di nabere de nebûyana ji pere qalin qiruş xerc nedikir ji keça xwe û zavê xwe re mal rêtêxistin, yanê dezgehê pêwîst jê re dikirîn. Qalin çiqas dibû li gor dewr û zeman mîqtar dihatin guhertin, ti nerxe xwe sabît nedibûn, kê çi dixwast kê çi dida hemû di navbere hevdu de hal dikirin, bavî keçikê her li dawî soz didane, qalin birrîn li gora dilê wî dimeşîya, mihaqaq navîn didîn, yek ji jor yek ji jêr li reqemekê disekînin. Hêdî pere dibû, mal dibû, zêr dibûn cil û nîvîn dibûn, rêxistina malê ceyîzê bûkê dibû, hemû dihat qal kirin. Dest didan hevdu çi kêmasî hebû dikirin lîste diçûn bajêr dikirîn dianîn malê keçikê, ji xwe nîvîn hemû para male zêvê bû, alîyê keçikê yanê bûkê mudahilî zêr û zîv dibûn, dîya keçikê mihaqaq çend zêrê mezin set, bazing, bêşîbîrlîk û cumhurîyet û rêşadî dixwast. Dê jî xwe re wekî heqê dê tiştek dixwast, kesî jî xatirê wê nedişikenand.
Piştî qalin birrîne malê keçikê ji mêvane hatine qalin birrîne re berê çay û qahwe hazir kirî îkram dikirin û dû re her bes di dawîyê de di qalin lihevhatine de ji bo kêf û dilgermî û spasîyê xwe bo mêvana şîranî dianîn pê dil xweş bin çi dikirîn: lokum û biskuvît mêwij çi şîranî di mal de hebe dida ser zînîyê mezin çiqas mêr dibûn sifre amade dikirin. Wan dû şîranî xwerin û sohbeteke germ qewle xwe dikirin yek û wek xazgincîyê dest raysan li hevdikirin. Her du alî jî memnun dibûn soz dibûn yek dil xweşdibûn radibûn xatir dixwastin belav dibûn. Kê lokum û bîskîwû û şekirê ser sînîya jî zar û zêc û nevîyê xwe digirtin dikirin berîkê bi dil xweşî rîya mal digirtin. Êdî ji niha de destpêka bajar kirine a herdu mala ew dikirin nav kêlecaneke. Tenê herdu alî pê hayedar dibûn kê çi kiriye, nîvîn çend qat in hemû malê lêwik dadigirtin, minder her yek ji panzdeh an bîst kîlo herîya şûştîye, yorxan ji çend kîlo herîya şûştî ji ya mîhê ya pezê nêr çêdikirin. Saleke ber daweta bûkê mala zavê diketin nav teşqeleke ku van nîvînan çawa hazir bikin, pênc an şeş qor nîvîn sed kîlo herîya şûştî dike, ew ne kare jinek bi tene nîvîneke dagire, karê jinên bermalîye; xwe ji roje bûk derxistine re ji sergîya pêş malê rêxistinê re xwe amade dikiriye, loma jî aşqa dilê xwe ji bo Şow bike çiqas li ser disekinîn ku sêrre lawê xwe bixemîlîne bi rengareng çîta û qumaşê ne mîna qumaşan bikire ku xelk jê bahske û pesnê bike ku dîya lêwik li armanca xismê xwe dîya keçikê yanê bûkê bi zavê xwe serbilind be. Ew roj bi dawet û şenahîyeke dol û zurne ku hemû nas û aqrebê hazir bin û bibînin ka çi ceyîz kirine ji bûka xwe re.
Dîya keçikê ji bo cîzê keçikê xwe çend salan vir de destpêkiriye amade dike, ji keçika xwe re hebe tunebe mihaqakekî balîfê ji sergîyê odeke re qorekî yek jî yê mêvana re ji xalîye bi desttan hunandine yan jî xalîye Îsparta yan jî ê Sîlle kirîne dianîn li roja sergîya derve li dar têxistin bo nimune ku xelkê dawet kiri bo bûk derxistine wan jî bibînine. Ceyîz her du mala bi hevre soz dikirin yek diçûn bajêr dikirîn. Mesref ji pere qalin bavê lêwik dida, ger pere xwe nebûyana deyndikir, an mal û milkê xwe difrotin ew dezgehê malê ji lawê xwe re dikirî. Nekiriba bûk di nav mala de dima, tûrekî bûkek dernexist, sîwar nekir, ê ji xelkê re bin qirf kes careke din keçe xwe nade wan, tûr in û tolaz in bê qîret in bûk di nav mala de ma eyb e û şerme bo malê lêwik. Dibê çi dibe bila be bûk ji lawê xwe re bikin bûk ew şeref ya malê lêwik e. Çûn bajêr bajarê bûkê bikin anku çûn dezgehê malê çi ji maleke re pêwîste bikirîn bînin. Çûn bajêr bajar kirîn anîn mala zavê bi cîh kirin mala keçikê jî ê xwe birin li mala xwe bi cîh kirin, hêdî rojên dawî yê bûk derxistine yanê sîwar kirine dest li ber guh bûn, herdu alîya destpêdikir bi heft lepan amadebaşîye xwe dikirin, herdu alî merimalê xwe ji alîyê xwe de çi pêwîst dibû xeber didane hev, li gor wê amade di çi merhele de dibûn bi hevdu hîşyarbûn. Hêdî roja dohlê bûkê bûk derxistine nêzik dibû. Xismê hev roj dîyar dikirin amadeyê temam kirine, berx û beranê ku serjêkin dîyarkirine û bi besî ne ji kîngê de hazir kirine. Roja bûk derxistine sêşemî û yekşemî nabe, kesî lê hewesî nedikir, bê oxir in.
Bi sereke roja çarşembe pencşembe hildijbartin ku sê roj û sê şev dom bikira roja şemî an yekşemî bûk sîwar be û dawî were. Bi dawî hatine re teşqele mezin li dar diketin, bi sedan însan dihate dawet kirine ew ne hêsan e. Roja dawet bi taybetî malê lêwik nîşandida ku her şenahî li malê lêwik de destpêbike: loma bêraq li mala bavê lêwik li dar têxistin ku xelk bizane wê malê bayrak lêdanayî daweta xwe heye bila gundî û nas bizanin dawet heye werin şênahîye. Bi bêraq danîne re nanê dawetê dadînan wê rojê xêr kirina dawetê destpêdikir; meriyê nas û aqrebê dihatin xêr kirina mala zavê û ji bo yarmetîye. Meriyê xwe yê pêşepêş pezek, bizinek an berxek yan karek dianîn pê mala dawete xêr dikirin yanê dîyarîyê xwe pêşkeş dikirin. Hinek kesa bo destek kirina male ji bo mêvanan bi rêkin paketê çay û şekirê çay û cîxare û udê xwe dianîn. Daweta li gor dilê bavê zêvê li ber male wan bi rêva diçû, du ro dibûn an sê ro dibûn zemanê berê carcaran heftekî jî domdikirin. Van du ro sê ro li ber malê zêvê dinya mahşer însan komdibûn, ji sibê destpêdikirin hetanî tarîye êvarê bi lîstik û govendê jinan û mêran qor bi qor diketin destê hev dikişandin. Keç û xortê gund di rêzê govendê de dilê xwe digirtin, heta carcaran di nav wê qalabalixîye de keçikê dildar bi evîndarê xwe re direvîyan. Ev keç revandin mijara nivîsareke dine. Du roj, sê roj li dû hev ewqas sifre dianîn û sifre radikirin û hêdî roja bûkê derxistine dihat. Rojeke berê jî diçûne Henne. Malê lêwik merivê xwe, nasê nêzik bi taybetî jî jinê malê xeber dikşandine dû rojeke jî teve cematê xwe bi dol û zurnê ve diçûne Henne, mala bûke û cîzê bûkê xêr kine, mala keçikê pêwîste li gorî wê rojeke berê pezeke serjêkin naneke dînin, li gorî merivê werin sifre hazir dikirin.
Kesê diçûn berê bi araba hespa diçûn, dû re bi taksîyan, rojeke pêş de kê çi udên xwe anîbûn bi xwe re dibirin ku pê bajarî bûkê xêr kin. Çend saeta li ber malê bavî bûkê govendeki jî digerandin, ew jî ji adete berê pir kevine, dû re dema qamcî lêdane dihat, dem dibû dema mêran kî mêr bû xwe diceriband di qamcîye bi werisê ji herîye ango benê xisûsî amade dikirin, du kes diketin qamçî li ran û qalçê hev didan, car car helwestê xwe artîstîk jî dikirin, çeket diavêtin an jî ben li destê xwe nur dikirin ji terrîyê vedikşîn diavêtin hev, heta yek wî benî ji dest wan negire wan ran û çîqê hevdu reş dikirin, carcaran qurnasa şîke jî dikirin, rojeke berê de havlu li ranê ku qamcî lêdiket girêdidan ku nehêşen, wan bi vê sextekarî bela didane hev. Bi taybetî jî mêrîye mezin ev çînan dikirin, heta carcar benî qamçî diavêtin ber lingê hevdu ku bi hîlê kesê hemberî xwe gêrbikin di nav xelke de rezîl bibe ku mîlet pê bikene qirfa bike û carcaran bi qamçîyê şepqê serî hevdu têxistin erdê ka ewî qot keçel û rûte ku xelk pê coş be, pê bikene. Ew jî henekê wê şahîyê li ber malê bûkê bûn. Di qamçîye de aşîretî û aqrebetî pir diyar dibûn, kîjan alî xurt dibû alîye din jî di bin de nediman wan jî qamçî ji dest hev digirtin diketin qamçîye, xelk jî mêr û jin li dorê wek gilover kom dibûn, jê re çepik lêdidan, kesî heyfa xwe li kesî bernedida carcaran heyf dima heta salê. Henne bi kefxweşîyeke diqedîya dawul û zurnevan bi rê de lêdidan diçûn malê dawetê. Roja bûk derxistine, roja dawîya dawetê, sibê zûde zurnecî li zaravê bûkê têxist hemû Xalîkî li mala dawetê komdibûn. Hêdî fasila dawî bû qîzê malê bûke, qîzê cîrana xwe dixemiland, dilgirtîyan xwe dixemilandin ku li araba bûke siwar bin, berê de hazirîya xwe kirine mala bûkê kirine nav teşqele ji êvar de di amadebaşîye de ne, tu dilê wan tune bi dilşahî keça wan ji mal derkeve, biçe yad be, hêdî daqîqê dawî bûn, li mala bavanê bûkê hêdî şîne, li ber mala lêwik zavayê malê cure şahîye, zurnecî dest bi zaravê giranîye kir dawulcu çû ber bav û xal û apê lêwik ji wana re dahol lêdida bo baxşîşê bîstîne, xelkî bo dema dawî ketine qamçîye dengê qamçîya şîqe şîqe gundê Xalika bûye du parça, di nav toz dûman de reqe reqe dengê sîlahaye ber malê zaveyî kirine festîvale, xorta jarjor li ser jarjor vala dikirin te digot ma ew dawete an şerê Ruse. Kê beşlî kê ondörtlü kê jarjore beratte vala dikirin.
Hêdî qamçî fasli diqedî araba ku bûk lê sîwar be dixemliandin, çi wextê li hespa sîwar dikirin, serî bûke bi piştê kesk û sor û zer dinixmandin ma kes nebîne, bûk fedîneke, dikirin bin perde ji malê zavê re dibirin, çawa mala dawete hazirî dikir ku berî nîvro pêşepêşe malê bi pêşî qafîle bikevin ku bûke derxînin tevî bi dahol zurne diçûn seyra bûke, hinek raqs û govend bo çend daqîqe digerandin, jarjore xwe vala dikirin, cîzê keçikê û rela keçikê li dartêxistin, dinya alem dihanîn temaşe, dînekî ji gund balîfa bûke direvand dibir digîhand zavê ji bo diyarîyeke bixwaze, çi ceyîze keçikê hebû hemû dikirin sergî, ji çengel û çatîye xanîye seri bi toprax û ji kerpîçan de dezgeh serberjêr rêtêxistin, jê re bajarê bûkê digotin, ji xalî, kîlîm û heqîyan û bi tomara gorê rîsînî û destmal û îşleme dest kirî hemû di sergîye de rêzdikirin, dû re numayîş diqedî, cîz li arabeke an jî li motorekî bar dikirin, bûkê dest û rûyê dê bava paç dikir, yek diket paşî derî digirt heta xelata xwe yanê harçlik nedigirt derî venedikir ku bûkê sîwar bikin, bûk bi gîrî ji dê û bava vediqetandin loma xeta malê zêvê digîrî, dê di dû keça xwe şîneke xwe li dar têxist. Hêdî dawet bi vê merasîmê vê diqedî, bûk dibirin mala nû ya zêvê heta şevê saetê razanê zavê ji li mala hevalekî verşêdikirin heta bû şevê derengî. Dawî hatina dawete nan dadînan bangî hemû nas û cîran hevalan dikirin, çiqas pez serjêdikirin bi broşe mezin şîv çêdikirin, di çend ode û bi çend sifra nan datînan, hemî beşdaran bi afîyeteke dixwar. Dawetvana malik pîroz dikir. Wê şevê derengî hevalekî zavê dibir dikir gerdeke, xelk êdî belav dibû, herkes diçû mala xwe. Roja din bûkê çiqas diyarî bi xwe re dianîn hinek jê ji merimalê xwe û cîran û nasa re weke dîyarî dişandin.
Yusuf Kaynak, Lahey, 10.06.2020
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin