Yuval Noah Harari: Ji bo sedsala 21’emîn 21 Wane

Yuval Noah Harari: Ji bo sedsala 21’emîn 21 Wane

Em agahîyên hûr û kûr hatîye analîzkirin yên li ser babetên wekî sîyaset, ol, edalet, aştî, aborî, koçberî, şer, netewperwerî û pêşeroja mirovahîyê, bi saya rêzepirtûkên ji sêbarî pêkhatî, bi hêsanî fêr dibin.

A+A-

 

Mahmut Ozçelîk

Derheqê dîroka şaristanîya mirovahîyê de gelek lêkolîn hatine kirin û wekî berhem li ber desten me ne. Lê pir balkêş e nivîskarê  “Ji Bo Sedsala  21’emîn 21 Wane” ev dîroka şaristanîyê  bi pêşketinên roja me ve girêdayî, bi mijarên cur bi cur yên wekî ji destpêkirina çandinîyê bigire hetanî nano-teknolojîya îroj em bi kar tînin, bi nêzîkatîyeke zanistî, bêyî xwendevan aciz bike, wekî xalîçeyeke rengîn raxistîye ber çavan. 

Em agahîyên hûr û kûr hatîye analîzkirin yên li ser babetên wekî sîyaset, ol, edalet, aştî, aborî, koçberî, şer, netewperwerî û pêşeroja mirovahîyê, bi saya rêzepirtûkên ji sêbarî pêkhatî, bi hêsanî fêr dibin. 

Ev pirtûkên ez qal dikim ji hêla Yuval Noah Harari ve di navbera van çend salên dawî de -2012/2018- hatine weşandin û wisa bawer im ku çawa li Tirkîyeyê di rêza yekem de tên xwendin û şopandin wisa jî  li tevahîya dinyayê tên xwendin. Pirtûkên behsa wan tê kirin ev in: ‘Ji Heywanan ber bi Xwedayan: Sapîens,’  ‘Homo Deus’ û  ‘Ji bo Sedsala 21’emîn 21 Wane.’ Min jî ji rêzepirtûkan ya sêyem xwend, hin hevokên balkêş neqand û bi kêfxweşî derpêşî we dikim. 

Bi hêvîya ku em rojekê van pirtûkên gelek hêja bi kurdî jî bixwînin.

Zêhna mirov dema di nirxandina rastîyê de bêçare dimîne xwe li senaryoyên felaketê digire.

Guherîn her wextê kana stresê ye.

Ji % 50’yê mêrê cihû yên Ortodoks ên tundraw qet naxebitin. Jîyana xwe bi lêgerîna li ser metnên pîroz û rîtûelên olî derbas dikin. Bi gelemperî hinek bi saya xebata jinan, hinek jî bi saya alîkarîya “pêwîstîyên jîyanî yên esasî” ku dewlet pêşkêşî wan dike, ne ew birçî dimînin ne jî malbatên wan…

Referandûm û hilbijartin her dem bi hestên mirovan re têkildar e, ne ku bi mantiqên wan re.

Em pirî caran dibihîsin gelek mirov fîlmekî wekî şaheserekê dipesinînin, em jî xwe mecbûr dibînin ku li wî fîlmî temaşe bikin û dû re di nîvê temaşekirina fîlmî de em bi xew re biçin jî, ji bo kes me wekî bêçand nebîne, em jî dest pê dikin û qala muhteşembûna wê dikin.

Dema qala hestan tê kirin bi gelemperî tiştên têkildarî empatîyê, hezkirinê û dilrehmîyê tên hişê me, lê di dema şer de ya ku kontrolê bi dest dixe pirî caran hestên wekî tirs, nefret û xedarîyê ye.

Fêkîyên kûrewîbûnê her ku diçe dikeve bin takedestîya hin komên aşîkar lê bi mîlyaran mirov bi şûn de tên hiştin. Ji aniha de koma ji % 1’î pêkhatî ya herî dewlemend hakimî nîvê serweta dinyayê ye. Ya bêtir rê li diltengîyê vedike ew e ku, serweta sed kesên herî dewlemend  ji tevahîya serweta 4 mîlyar mirovên herî feqîr zêdetir e.

Teknolojîyê di vê sedsala dawî de dest pê kirîye ku me ji bedena me dûr bixe. Me ew tehm û bêhnên hildigirt winda kir, li şûna vê, em di ser telefon û kompîturên xwe de xûz bûne. Tiştên di cihana sîberî de diqewime, ji tiştên di kuçe û kolanên em tê de dijîn zêdetir bala me dikişîne.

Mirovan bi mîlyon salan bê sazîyên olî û  bê netew-dewletê, jîyana xwe kudandin; dibe ku bikaribe di sedsala 21’emîn de jî bê vana bextewer-dilşad bijîn.

Di navbera mirovan de hin têkilîyên herî xurt, bi saya şeran pêk tên. Zû belavbûna ber bi çarhawêlê ya fikir, teknolojî û însanan;  ji bazirganîyê bêtir bi saya şer zêde dibe.

Îsraîlî û filistînî, rusî û ûkraynayî, tirk û kurd ji bo raya giştî ya kûrewî alîgirîya wan bike, heman gotinê bi kar tînin; mafê mirovan, dewleta serbixwe û hiqûqa navnetewî…

Mirov hê jî xwedîyê nasnameyên neteweyî û olên cuda ne. Lê dema mijar dibe meseleyên pratîk yên wekî dewlet, aborî, çêkirina nexweşxaneyê an jî bombeyê, hema hema em hemû daxilî heman şaristanîyê ne.

Dema mirov hewl dide nasnameya xwe bi kurtî vebêje pirî caran taybetîyên hevpar rêz dikin. Ev rêbazeke xelet e. Rêzkirina pêvçûnên hevpar û girêkan dê encamên baştir bide.

Ji pirsgirêkên kûrewî re bersivên kûrewî divê.

Mirovek di heman demê de dikare bi malbata xwe re, bi cîranê xwe re,  bi karê xwe re û bi welatê xwe re dilsoz bimîne û divê bimîne jî; çima li vê lîsteyê mirovahî û gerestêrk dinya jî zêde nebe?

Ger hûn li Misira Kevn an jî li Ewropaya Serdema Navîn bijîyana, dema hûn nexweş diketin  dibêtîyek mezin hûn ê neçûna cem bijîşk, hûn ê li efsûnbazek bibûna mêvan û li şûna nexweşxaneyê we yê zîyareta perestgehekê bikira.

Dewlet di hin rewşan de ji bo ji nasnameya xwe re bibe alîkar dikare olên nipînû îcad bikin. Desthilatîya Koreya Bakur, oleke fanatîk ya dewletê ku bi navê Juche telkînî welatîyên xwe dike. 

Di pratîkê de di navbera Îrana Şiî, Erebistana Siûdî ya sunî û Îsraîla Cihû de bi qasî mirov şaşwaz bimîne hindik cudahî heye. Ev tev de dewletên neteweyî yên burokratîk in, kêm   zêde heman sîyasetên kapîtalîst dişopînin, hemû, zarokên xwe li hember nexweşîya felcê derzî dikin û hemû ji bo çêkirina bombeyê bawerîya xwe bi kîmyager û fizîknasan tînin.

Pîvana her çandê ya pejirandina “yên din” cuda ye. Di destpêka sedsala 21’emîn de çanda almanan, ji çanda Erebistana Siûdî  germtir pêşwazîtîyê li penaberan dike. Koçkirina  misilmanekî ya ber bi Almanyayê, ji koçkirina xirîstîyanekî ya ber bi Erebistana Siûdî ve diha hêsantir e.

Ehmeqtîya mirovan kêm nebînin.

Nirxên şîrketên wekî Appleyê, Facebookê û Googleyê bi sed mîlyar dolaran e, lê hûn nikarin van serwetan bi darê zorê bi dest bixin.

Şer ji bo her kesî felaket e lê ne qanûneke xwezayî, ne jî xwedayek heye ku me ji ehmeqîya mirovahîyê biparêze.

Hûn ne navenda dinyayê ne.

Pirê mirovan xwe wekî navenda dinyayê, çanda xwedîtîyê lê dike jî wekî hêmaneke ji kilîda dîroka mirovahîyê be, dibîne. 

Dema mirov qala Xwedê dikin bi piranî xwe biçûk dibînin û nefsbiçûkîyê nişan didin, lê dû re jî bi bîranîna navê Xwedê li ser birayên xwe doza mezinatîyê dikin.

Heman dîn bi hinek mirovan re hestên nefret û hişkebawerîyê, bi hinek mirovan re jî hezkirin û dilovanîyê çêdike.

Ger wexta we ya fedakirinê tune be hûn ê tu carî negihîjin heqîqetê.

Derew carekê hatibe gotin wekî derew dimîne lê derewa ku hezar carî hatibe gotin vediguhere heqîqetê.

Bêdengî nayê maneya bêalîbûnê, bêdengî ji statukoyê re palpiştî ye.

Tekane tişta naguhere guherîn bi xwe ye.

We bihîstîye ku em di çaxa kompîtur hatine hackkirin de dijîn lê ev belkî beşek biçûk ya rastîyê ye. Halbûkî em di çaxa mirov hatine hackkirin de dijîn.

Di nava tevahîya ayînan de ya herî bi tîn boraq dayîn e. Çimkî êş li dinyayê tişta herî rast e. Ji nedîtî ve hatina êşê an jî bi guman nêzîkbûna li êşê bêîmkan e. Ger hûn bi rastî jî dixwazin mirov bi honakekê bawerîya xwe bînin wan qanih bikin bila di vê rîyê de boraqê bidin. 

Ger cangorî nebin pir kêm xweda, netew an jî şoreş li ser pîyan dimînin.

Peyva faşîzmê ji “fascîs” ya latînî tê ku di wateya “qevşek ço” de ye. Çoyek tenê zirav e û hûn dikarin bi hêsanî bişkênînin. Lê hûn gelek çoyan bînin cem hevdu hûn ê “ fascîs”ekê bi des xin û şikênandina van çoyan hema hema bêîmkane.

Ya ku sêvekê dike rakêşer û pîsîyê jî bi me bêmirês dide nişandan tenê hestên mirov e. Dema hestên mirov jê bê derxistin li pey tenê qevdek molekûl dimîne.

Ji bo hûn mirinê fêhm bikin divê hûn jîyanê fêhm bikin.

Çavkanî:  Yuval Noah Harari, 21.Yuzyıl İçin 21 Ders, Kolektif Kitap, 5. Baski, 2019, İstanbul

Wergera tirkî wergerandin: Selin Siral

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin