Zankoya Selahedînê dê 15 xwendekaran bişîne Akademiya Firokevaniyê ya Urdunê

Zankoya Selahedînê dê 15 xwendekaran bişîne Akademiya Firokevaniyê ya Urdunê

.

A+A-

 Zankoya Selahedînê ya li Hewlêr a Herêma Kurdistanê ji bo xwendina di warê firokevaniyê de dê 15 xwendekaran ku 4 keç û 11 kur in, bişîne Akademiya Firokevaniyê ya Urdinê.

Berdevkê Zankoya Selahedînê Saman Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, zanko dê 15 xwendekaran ji bo xwendina firokevaniyê bişîne Akademiya Firokevaniyê ya Şahaniya Urdinê ku dê 2 salan xwendina firokevaniyê bikin. Di vê demê de xwendekar dê tenê mijarên pratîkî bixwînin, bawernameya bachelor ji Zankoya Selahedînê û destûra firokevaniyê jî ji Akademiya Firokevaniyê ya Şahaniya Urdinê werbigirin.

Saman Ebdullah got, “Divê xwendekar çar salan bixwînin, du salên destpêkê li Zankoya Selahedînê û du salên dawî jî li Akademiya Firokevaniyê ya Şahaniya Urdinê bixwînin. Du salên destpêkê dê li ser Zankoya Selahedînê be û du salên dawiyê divê xwendekar bi xwe heqê zankoyê bidin lê ji aliyê Zankoya Selahedînê ve ji bo wan hêsankarî were kirin.”

Saman Ebdullah her wiha diyar kir ku diviyabû xwendekar 2 salên xwe yên dawî li Ukraynayê bixwînin lê ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê hat betalkirin û ji bo Urdunê hatin veguhestin.

Yek ji wan xwendekaran Rehend Rêbwar ji Rûdawê re ragihand, ew zankoya ku tê de hatine qebûlkirin yek ji zankoyên welatên Erebî yê herî baş e di warê endezyariya asmanî de, her wiha dê bawernameya kar werbigirin û dikarin rasterast wek endezyarên çakkirina firokeyan li firokexaneyên Herêma Kurdistanê û Iraqê kar bikin.

Akademiya Firokevaniyê ya Şahaniya Urdinê,ku di sala 1966an de hatiye damezrandin, yek ji akademiyên pêşeng ên perwerdehiya hewavaniyê ya herêmê ye û akademiya herî mezin a hewavaniyê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye. Di heman demê de akademî ji aliyê Rêxistina Firokevaniya Sivîl a Urdunê ve hatiye xelatkirin ku ji aliyê Rêxistina Firokevaniya Sivîl a Navneteweyî (ICAO) ve li gorî standardên Ajansa Ewlehiya Firokevaniya Ewropayê tê nas kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin