Zarokên mexdûrê erdhejê di destê terîqetan de ne

Zarokên mexdûrê erdhejê di destê terîqetan de ne

.

A+A-

 Terîqeta Menzîl li wê yekê mikûr hat ku 1100 zarokên mexdûrê erdhejê li gundê wan ê Semsûrê ne û li ser sosyal medyayê jî reklama xwe kiriye. Komeleya Berî Her Tiştî Jin û Zarokan jî derbarê mijarê de gilî tomar kir.

Mijara zarokên wenda yên mexdûrê erdhejê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûye rojev. Di erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşa Bakurê Kurdistanê de bi sedan zarok bê dayîk û bav man. Li gor medya Tirkiyê zarokên ku divabû bên parastin dewlet xwedî li wan derneketiye. Demeke kurt piştî erdhejê derketibû ku 9 zarokên mexdûrê erdhejê li Sakaryayê li qurseke Quranê ya ser bi weqfeke Terîqeta Îsmaîlaxa hatine bicîh kirin.

Wezareta Malbatê û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê jî çendîn caran îdîayên ku dibêjin zarokên wenda hene red kirin. Herwiha Wezîra Malbatê û Xizmetên Civakî Derya Yanik gotibû: “Bi ti awayî yek zarokê mexdûrê erdhejê jî bo şexs, komele, weqif an cihekî din nehatiye radestkirin.” Lê parvekirina li ser sosyal medyayê ya Terîqeta Menzîl ev yek derew derxist.

Li navçeya Kolikê ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê li gundê Menzîl ser bi Terîqeta Menzîl bi navê Malên Buhara avahiyên ku ji 41 blok û hezar daîreyan pêk tên bo mexdûrên erdhejê hatine çêkirin. Cemaetê, li vî gundê bi giştî mazûvaniya 7 hezar û 100 mexdûrên erdhejê yên pêgehiştî û zêdeyî 2 hezar zarokan kir. Li gor daxuyaniya dawî ye terîqetê ku li ser sosyal medyayê belav kiriye, heta niha jî li gundê terîqetê 3 hezar û 850 pêgehiştî û 1100 zarok hene.

Li ser hesabên medya civakî wêneyên wan zarokên biçûk hatine belavkirin ku “tekbîrê tînin.” Li aliyê din Komeleya Berî Her Tiştî Jin û Zarokan, derbarê 1100 zarokên li gundê terîqetê de li Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê gilî tomar kir. Di gilînameyê de tê gotin ku tawanên “revandin, desteserkirin û ji azadiyê bêparhiştina zarokan” hatine kirin. Herwiha daxwaz tê kirin ku kesên gumanbar bên dadgehkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin