
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Berdevka Wezareta Derve ya Rusya Maria Zaharovayê got: Ew peymanên me li gel Tirkiyê îmzekirin e, nayê wê wateyê ku, heta hetayê dê berdewam bin.
A+A-
Zaharova da zanîn: Li gorî peymana Soçîyê, pêwîst bû gelek biryar werin bicîh kirin, lê ev peyman nehatine bicîhkirin.
Berdevka Wezareta Derve ya Rusyayê got: Di derbarê İdlibê de Tirkîyê soz dabû, ku grubên terorîst bêçek bike û li devereke aram bicîh bike. Lê heta niha ev yêk pêk nehatîye û grubên terorîst piranîya Idlibê kontrol dikin.
Di derbarê Soçîyê de, Zaxarovayê got, ev peyman nayên wê wateyê ku hetahetayê, dê berdewam bin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin