Zaxo | Di êrîşa çekdarên PKKê de 2 parêzvanên sînor can dan

Zaxo | Di êrîşa çekdarên PKKê de 2 parêzvanên sînor can dan

.

A+A-

Li Zaxoyê 2 parêzvanên sînor canê xwe ji dest dane.

Li gorî medyaya Herêma Kurdistanê  dide zanîn di navbera şervanên PKKyê û parêzvanên sînor de şer derketiye.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin şer derdora saet 09:00an dest pê kiriye, 2 parêzvanên sînor canê xwe ji dest dane û parêzvanek jî birîndar e.

Tê diyar kirin ku şer li gundê Sorya û yê Şîlanê qewimiye.

Hate ragihandin ku her du parêzvanên sînor ên canê xwe ji dest dayî, Mêhvan Nacî û Elî Remezan in.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin