Zekî Ozmen: Kurd li Almanyayê êdî Kurd in
.
Lêkolînerê Civakî Zekî Ozmen diyar kir ku li Almanyayê Kurd berê li gorî welatên ku jê hatin dihatin binavkirin lê cara yekem par dewletê rasterast Kurd weke Kurd derbasî îstatîstîkan kirin.
Ozmen ragihand ku li gorî daneyên ku ji aliyê daîreya koçberan a Alman ve hatine eşkerekirin, tenê di sala 2022'an de 47 hezar û 900 Kurdan serî li Almanyayê dane.
Lêkolînerê Civakî Zekî Ozmen ku li Almanyayl dijê û bi xebatên xwe yên li ser Kurdan tê naskirin û bû mêvanê bernameya Dîaspora ya Rûdawê.
Ozmen, diyar kir ku Kurd li gorî salên berê li gorî welatên ku jê hatine, dihatin kategorîzekirin û wiha got “Li ser meseleya hejmara Kurdan min serê xwe gelek bi îstatîstikan re êşand li ser meseleya Kurdan. Vê carê ji bo min suprîz bû ku Kurdan êdî weke Kurd derbasî îstatîstîkan dikin. Berê li gora hemwelatîbûnê kesek ji Başûr bihata di îstatîstikan de Iraqî dihat hesibandin. Berî demeke kurt di belgeyeke Daîreya Karûbarên Koçber û Penaberan de tiştekî bala min kişand, di wir de yek ser nivîsîbû filan mehê evqas Kurd ji filan beşên Kurdistanê an jî welatên ku Kurdistan di bin desthilatdariya wê de ye hatine. Ji bo min ev yek hate wê wateyê ku êdî dewlet rasterast Kurdan weke Kurd derbasî îstatîstîkan dike.”
Ozmen ku ji bo agahiyê serî li Daîreya Koç û Penaberan a Federal da, da zanîn ku tenê di sala 2022an de 47 hezar û 900 Kurd hatine Almanyayê.
Ozmen da zanîn ku berê “Kurd ji kîjan welatî bûna, di nasnameya wan de çibûna ew dihat nivîsandin. Kurdên Bakur weke Tirk dihatin hesibandin, Kurdên Rojava weke Sûriyeyî û Başûrî jî weke Iraqî dihatin hesibandin” ji ber vê sedemê zehmet e ku der barê hejmara rast a Kurdên li Almanyayê de agahiyên zelal bidin.
Ozmen diyar kir ku piştî şerê DAIŞ'ê bi taybetî di navbera salên 2014-2016'an de gelek Kurd hatin Almanyayê û dibêje “ Her çend di salên şûn de ev hejmar kêm bû jî, lê di sala 2022’an de 47 hezar û 900 Kurd hatin Almanyayê, ev jî hejmareke gelek zêde ye.”
Li ser hejmara kurdên Almanyayê Ozmen, bal kişand ser lêkolîna Navenda Lêkolînên Kurdî ya Bonnê û Prof. Dr. Îlhan Kizilhan û got “Ji 1961 heta 1973an ji Tirkiyê bi giştî 650 hezar karker hatine Almanyayê ji bo demekî kar bikin lê ew karker li vê derê man. Ji nasnameya wan diyar nedibû Kurd in an Tirk in. Li gor lêkolî wî wextî ya ku wan kiriye ji sedî 40ê van kesan Kurd bûn. Lêkolînê jî bi vî şêwazî kiribûn, ew kesên hatine ji kîjan bajarî hatine li gorî wê gihiştîne wê encamê sedî 40ê ku hatine Kurd bûn.”
Zekî Ozmen, anî ziman ku kurdên hatin Almanyayê "ji ber sedemên siyasî" serlêdana penaberiyê dikin û "Dixwazin werin vir û di nava aramiyê de bijîn."
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin