Zeraqên tirîjên roja serxwebûnê
Evdirehmanê Gundikî
Miletê kurd bi sedên salan e di bin zilma dagirkerên Kurdistanê de, tevlî qetlêam, enfal û kîmya barankirinên dagirkerên welatê xwe Kurdistanê de, bê rawest ji bo rojek ya wiha li berxwe da ye ko ji bona bi kerameta xwe ya netewî û azadan e ve bijî.
Piştî dayina hinde bedelên giran, di mêjûya miletê kurd de, ev cara pêşîyê ye, bi van hîvîyên bilind ve zeratîya tirîjên zeraqên roja kurdan ya li serê çîyayên Kurdistanê re şewq dide.
Bêşik ev zeraqên tirîjên roja kurdan dê xewa gelekî xêrnexwaz û dagirkerên Kurdistanê birevîne. Herwiha jî ev zeraqên vê roja kurdan dê xewa wan kesatî û sîyasetmedarên ji xwe û miletê xwe nebawerên kurdan jî birevîne.
Piştî rewş eve be; bêşik divê xwerag û xebatkarên azadîya kurd û Kurdistanê, tehemila çîkên evê rewşê bikêşin û bê tirs û bêdudilî, tifenga xwe bavêje nêçîra xwe ya hatî ermancê de.
Bêşik, dagirkerên Kurdistanê, dê bi hemî şêwe û karînên xwe ve dijîtîyê ji bo vê pêşketina rewşa dest ketîyên miletê kurd bikin. Ez nikarim ji bo wan tiştekê bêjim ko ji bona kurd û Kurdistan bindestîyên wanin û ew dê nexwazin, xwarina berhemên Kurdistanê û bindestîyên wan miletê kurd ji bindestên wan ve rizgarbibin.
Ez dê bixwazim hinekê li ser rewşa lawaz û hêcetgirên evan kurdên dijîtîyê bi van destketîyên kurdan re dikin rawestim. Gelo ya wan çîye û ji bo çi yê, ev lawaz û ji xwe nebawerên kurd li hêcetan digerin û dijberîyê li ser destketîyên miletê kurd dikin?
Gelo ma qey, hêcetên wan ji xwe nebaweran rastin; hita hêcetên bêbingeh digirin û dijîtîyê bi serlêdan deng û îradeya miletê kurd dikin. Gelo ma hita miletê kurd bi van şêweyên bindestîyê ve bijî; mimkine ku em ji qetlîaman, enfalan, qirîzên abûrî, sîyasî û kîmya baranên dagirkerên Kurdistanê azad bibîn? Ev keysa mêjûyî ya roja îro hatî li berderîyê me miletê kurd rawestayî û hegî em karneînîn; ma em dê çawe gotina Ehmedê Xanî karbînî; ewî gotîbû dema hate firset mûhlet gel herem e?
Vêca ez dê li ser hêcetên hêcet giran rawestim. Hinek kesatî û rêxistinên li ser navê kurdan xwe didin pêş; dibêjin avakirina dewleta netewî cihê zilmê û nexweşîyane û bi hemî quweta xwe ve dijberîyê ji bo destketîyên miletê kurd dikin. Lê bindestîya dagirkerên Kurdistanê qebûl dikin û behsa ‘’biratîya w gelan’’ dikin. Ma gelo me kengê ev biratî dîtîye? Ez hewar a xwe digihînim miletê kurd ev çi biratîye?
Nifşek yê dî yê di nêv miletê kurd de heyî û ew jî hêcetan ji qirîza abûrî û sîyasî ditinin û dibêjin bi van qirîzan ve em dê nekarîn qedera xwe bi destên xwe rêve bibîn. Bi van hêcetan ve dixwazin miletê kurd bixapînin û serê xwe ji dagirkerên Kurdistanê re biçemîne. Ez dê careka dî jî hewara xwe bigihînim miletê kurd; gelo hita em bindest bîn, çawe em dê ji qirîzên abûrî û sîyasî jî rizgarbibîn? Gela ma qey, ev qetlîam, enfal û kîmya baran kirinên li ser miletê me de dihên ne ji bindestîya me dihêt e?
Ji alîyekê ve ev lawazên miletê kurd yên ji xwe û miletê xwe nebawer dibijin em rewşenbîr û zanayên miletê kurdin; bi çaleçepkî diçin xwe tavêjin ber çokên dagikerên Kuridistanê û dijîtîyê bi destketîyên miletê kurd û zeraqên roja wan ya serxwebûnê re dikin. Gelo ev çawe rewşenbîrî û zanatîye? Kî ji wan bêîradeyên kurdan dikarin bêjin Nurî Malikî û gelek dî yên wekî wî dê ji Sedamî çêtirbin.
Her wiha jî ev lawezên miletê Kurd dibêjin ‘’Mesûd Barzanî Serok Eşîr e û diwaze Barzanîsitanê avabike. Ji bo wê çendê ye ko ew dewleta Kurdistanê avabike jî em wê dewletê naxwazîn’’. Gelo ev Serok Eşîrê karîbe ji sed salan zêdetir li ser sitandina mafên miletê xwe bedelan bide û bêje miletê kurd mileteke û mafî wî jî wekî hemî miletên medenî heye ko qedera xwe bi destên xwe rêvebibe û li ser welatê xwe Kurdistanê bi azadanane bijî; gelo çima ji malbateka wiha re nexêr? Gelo ma qey em nizanîn di vê cîhana medenî de bi piranîyên van dewlatan bi destên xanedanên wan hatîne avakirin?
Vêca tevlî vê rewşê jî birêz Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî; hewara xwe digihîne miletê xwe yê ezîz û qedirmen û dibêje miletê min yê hêjayî me miletê Kurd piştî dayina hinde bedelên giran jî, me li gel desthilatdarîyên Êraqê hemî rê ceribandin û bi ti şêweyî wan şirîkatî ya me nepejirandin û her tim û tim bi çavên bindestîtîyê li me nêrîn. Ji bo wê jî ti rêyên dî bi destên me de neman e ko ji bilî em bi şêweyekî azadane ji miletê xwe bipirsîn; ka hûn dê bixwazîn çawe bijîn?
Birêz Mesûd Barzanî hewara xwe digine miletê kurd; nedigihîne barzanê û Barzanîyan. Dibêje miletê kurd kerem bikin hûn qirara xwe li ser qedera xwe bidin; hûn dê berdewamîyê li ser bêrûmetî û enfalkirinên dijminên xwe bikîn; an jî hûn dê bêjîn em dê bi azadane û bi rûmeta xwe ya netewî ve li ser welatê xwe Kurdistana ezî, bi azadan e bijîn? Ez wekî kurdekî welat parêz û ji bakurê Kurdistanê dê bi sedcan rêzê ji îradeya miletê kurd re bigirim û sedcana jî ji bo dewleta serbixwe ya dibin serokatîya xanedaneka wiha welatparêz de jî bêjim belê.
Ez wesan dizam ko kijan quweta bixwaze dijîtîyê bi îradeya miletê kurd re bikê, ew quwet dê rasta derbeka giran ji destê miletê kurd binîne. Ez dixwazim sê misalên evê dema van salên li bîra miletê kur de ne, bînim bîra wan plan gerên dijîtîyê bi îradeya miltê kurd re dikin.
1-Meseleya çûyina pêşmergeyên Kurdistanê li hewara birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê çûyîn û Koban ji destên Daişê de rêzgarkirin ye. Di vê bûyarê de PKKê bi hemî karînên xwe ve lê dixebîtî ko nehêlin kurdên Bakurê Kurdistanê pêşwazîyê li pêşmergeyên welatê xwe bikin. Lê PKKê nekarî pêşîyê li miletê kurd bigire; miletê kurd dibin baweşînga pêldana ala rengîn de pêşwazî li pêşmergên welatê xwe kir. Ev destketîyên vê gavê jî bi destê kurdên rojava de heyîn berhemên wê demê ne.
2-Piştî miletê kurd hemî miqedasetên xwe kirîbûn dibin pêyên berpirsên PKKê ve; dema miletî bi çavên xwe dît ko ewên hatîn xapandin û PKKê û dewleta dagirker bi hev re mayînan li derîyên mala wan de teqandin. Miletê kurd kolma xwe li herdu alîyan jî veweşandin û dê hê jî kulma xwe li xêrnexazên xwe veweşîne.
3-Festîwala li 26 tebaxa 2017 yê de ya li Kolnê derseka hêjayî qehremanîyên miletê kurd dan dost û dijminên kurd û Kurdistanê jî. Tişta dixwehî miletê kurd dê bi dengdana referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê de dersekê bide wan lawazên kurdan yên ji xwe û îradeya miletê kurd newarîn jî. Her wiha jî mesajek da ewan hêzên resenên kurd û Kurdistanî û got: Ji îradeya miletê xwe bawerbin û bê tirs evî risqê serxwebûna Kurdistanê bidin li ser milên xwe. Miletê kurd bi hezaran rizqan ve xwe giheştandîye evê pileya destketîyan û dê bi hezaran rizqên dî jî ji bo serxwebûna Kurdistanê re bide ser milê xwe.
29-08-2017
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin