Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Zimanê baş qelema îmanê ye

A+A-

Zimanê baş qelema îmanê ye Ji erkanên  pîro, yên  Xwedênasyê hatiyeZanîn û marîfeta dinyayê bextewarî ye, mirovê li zimanê xwe miqatebe anku haj ji zimanê xwe hebe, dê serbest be û nakeve astingiyên gotinê , başî û xirabî ji ziman derdikevin weka dû kanyêt avê yeke tahl û yeke şêrîn , heke te dest avît kaniya tahl tû bûyî pahra dojê û rexnêt ser dinyayê lewma ji edebê dînê me Êzdiyan dibêje:

„Hey zimano yê sotinê

Xeberek ya hey neya gotinê

Dê bo çî tû dahirkey rûyê dnê .

Heke te dest avîte kaniya şêrîn dê zimanê te bibe qelema îmanê, bo rêya Xwedê û rêberiya karên baş û pêşkeftna ser diniya û dê bibe kilîla xêrê li baxê cinetê lewma ji edebê dînê dibe:

Hey zimano î xebate

Xebera xoş şekir û nebate

Xebera nexoş çî mefîate

Tu dilê însana pê dikey rehte.

Hindek ji ristin û vehunandina bi zmanê têne gotin û diyarkirin wek qelema îmanê bo jîn û jiyane li ser rûyê erdê:

1- 99 û neh erkanên pîroz yên Xwedê nasînê .

2- ferzên îbadetê wek secûde bo Xwedê

3- oldar , derwêş, qelender, xilmetkar, extiyar û aqildarî.

4-şîret û wesyetên baş , xêrxwaz û rêberyên pêşkeftî û serferazya demî

5- perwerda û bawrename , pêle û serbestî.

6- yasa û parastin, tena û eramî, tifaq û tebayî.

7- lêborîn û lêk xoşbûn , rêz û qedir, nasîn sîfetên zmanî ne.

Gelek gotin û ristin û vehunandinên zimanî yên heyine û her bo zanîn xirabî û tehlî jî yên hey lewma ji edebê dînî bo me daye diyarkirin û dibêjt:

Min gelek ziman dîtin bi ser

Roja axretê qîr dihelandin û berdane ser

Hemû ew bûn yên ji nebûyê dan xeber

Min gelek ser dîtin bi zimanê xwe di hilwase

Li roja axretê zebînî dihatinê bi duzan û dase

Hemû ew bûn yên ji nebuyê dikrin qal û behse.

Belê di Êzdiyatiyê da zimanê baş qeleme îmanê ye , lewma ji edebê dînî bo me daye diyarkirin û dibêje:

Ev dinya dinyayeke pir rengîne

Û ye tijîye ji qewm , meseb û dîne

Û her kes bi zmanê xwe Xwedê dihebîne.

Li vê dinyayê bibexiş be

Li dîwana bêhna gulêt geş be

Li gotina zimanê xwe bi neqiş be .“

Ji ber çavkanî https://sematv.net/kmr/2025/01/12034

1 kişi ve yazı görseli olabilir

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin