"Zimanê Kurdî li Bakur di rewşeke krîtîk de ye"

"Zimanê Kurdî li Bakur di rewşeke krîtîk de ye"

.

A+A-

Li Amedê, Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi beşdariya akademîsyen û siyasetmedarên girîng paneleke girîng li ser rewşa zimanê Kurdî û makezagonê pêk anî. Berdevkê platformê Şerefxan Cizîrî, berî destpêka panelê di daxuyaniyeke çapemeniyê de hişyariyeke girîng da û rewşa zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê nirxand.

Di panelê de zimanzan û nivîskarê navdar Malmîsanij, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş û hiqûqnas Mehmet Emîn Aktar wek pispor beşdar bûn. Gelek nûnerên saziyên sivîl, endamên partiyan k udi nav de heyeta PWKê jî hebûn û rewşenbîr jî di panelê de amade bûn.

Cizîrî di daxuyaniya xwe de bi taybetî li ser du xalên girîng rawestiya:

Daxwaza Saziyeke Fermî: Platformê daxwaza xwe ya damezrandina Saziya Zimanê Kurdî di bin banê parlamentoya Tirkiyeyê de anî ziman. Ev yek wek gaveke girîng a fermîkirina zimanê Kurdî tê dîtin.

Xetereyên li ser Zimanê Kurdî: Li gorî Cizîrî, rewşa zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê her ku diçe xirabtir dibe. Wî destnîşan kir ku gelek Kurd ji çand û zimanê xwe dûr ketine û di jiyana rojane û siyasî de bikaranîna zimanê Kurdî kêm bûye. Cizîrî hişyarî da ku heke ev rewş bidome, dê encamên wê yên neyînî li ser civaka Kurd hîn zêdetir bibin.

Çareserî û Pêşniyar: Platformê çend pêşniyarên girîng pêşkêş kirin:

•  Divê partî û saziyên siyasî xebatên xwe bi Kurdî bikin

•  Serok, şaredar û parlamenter divê bi Kurdî baş bizanibin

•  Zanebûna zimanê Kurdî di karên siyasî û civakî de bibe pîvaneke bingehîn

Di dawiya daxuyaniyê de Cizîrî bal kişand ser girîngiya yekrêziya Kurdan di warê ziman de û got: "Zimanê Kurdî hebûn, nasname û taca serê Kurdan e!"

Ev panel, di demeke ku mafên zimanî yên Kurdan li Tirkiyeyê hîn jî nayên naskirin de, wek hewldaneke girîng a parastina zimanê Kurdî tê nirxandin.

Rûpela Nû /AMED

3-450.jpg4-358.jpg5-265.jpg6-207.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin