Zimanê Kurdî weke ders kete Zanîngeha Tokyoyê
Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê ragihand ku ew zaraveya Kurmancî ya zimanê Kurdî dê weke ders bidin xwendin.
A+A-
Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê, zaraveya Kurmancî ku ji bo xelk û xwendevanên japon, weke ders daxilî mufredata xwe ya xwendinê kir.
Sekreterê Dostaniya Komeleya Japonya-Kurdistanê ragihand û got: “Min berî niha ji zanîngehê re gotibû ku em zimanê Kurdî fêrî xwendekaran bikin. Li wê derê profesrekî ku li zimanê Farisî lêkolînan dike, derbarê vê yekê de ji min re got, em daxwaza vê yekê dikin, eger tu bikaribî ders bidî.”
Çolak da zanîn ku sala nû ya xwendinê li Japonyayê dê meha Nîsanê dest pê bike û wiha pê de çû: “Hem xelkê û hem jî xwendavên zanîngehê dê zaraveya Kurmancî hîn bibin. Ji niha ve ji bo xwendevanên japonî 20 kontenjan hatine veqetandin. Ev tişt di dîroka Japonyayê de yekem e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin