Zimanzanên Kurd: Rakirina navên Kurdî, dijminahiya Kurdan e
Zimanzanên Kurd bi daxûyaniyekê gotin: Rakirina navên bajarvaniyan yên Kurdî, dijminahiya li hember Kurdan nişan dide.
A+A-
Zimanzanên Kurd bi daxûyaniyekê gotin:" Rakirina navên bajarvanîyan yên Kurdî, dijminahiya li hember Kurdan nişan dide."
Zimanzan Necmiye Alpay, Nûnerê Komeleya Vekolîna Kurd Eyyup Subaşi, Nivîskar û vekolîner Selîm Temo û hejmarek rewşenbîr, bi daxûyaniyekê, rakirina navên bajaran ên bi zimanê Kurdî şermezar kirin.
Di daxûyaniyanê de gotin: Ev sîyaset, li hemberî zimanê Kurdî û gelê Kurd dijminahî ye.
Zimanzan û vekolineran dan zanîn: Bi milyonan Kurd zimanê xwe diaxifin û dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.
Ew tê nagihin, ji bo propagandeya hilbijartinan AKP dibêje em bra ne, bi Kurdî çend gotinan dibêjin û qala azadiya Kurdî dikin. Lê ji aliyeke din ve, navên Kurdî yên bajaran radikin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin