Nezîr Cibo

Nezîr Cibo

Hemû nivîsên nivîskar >

Zindî Kuj

A+A-

Nezîr Cibo

Beriya niha min gotarek bi sernivîsa “Kurd hez ji Mîrîya Dıkın” nivîsand bû. Hevalê hêja Seyda Goyan peyveke xweş û dicîde pêşnîyar kir. Lema min di sernivîsa vê gotarê de ev peyv bikar anî.

Dubare Dikim, Kurd Hez ji Mirîyan Dikin.

Çaxê ez dibêm Kurd ji mirîyan hezdikin, hin dost û heval dilê xwe digrin.

Lê ez dîse dibêjim û bawer dikim;

Kurd mirîhezin. An jî wek Seyda Goyan anîye ziman; zindîkujin, mirîperestin. Ji zindiyên xwe heznakin. Lê çaxê hêjayên wan dimirin, ji nûde li ber dilê wan şêrîn dibin, meth, pesindanan û hêstiran dibarênin.

Tê bîra we beriya niha bi çendekî gotin; Mehdî Zana wefat kirîye û bi hezaran mesajên sersaxîyê hat belav kirin.

Lê bêguman derew derket.

Dîse berî niha bi demekê nûçeya wefata Rêzdar Ziya Avci hat belav kirin. Ew jî derew derket.

Derwek din di derheqa hunermendê hêja Beyto Can de hat belavkirin. Hêj sax bû, gotin wefatkirîye. Mixabin piştî vê nûçeya bêbingeh bidemekê çû rehmetî.

Hinek camêr di medya civakî de îş û karên wan mesajên sersaxîyê belav dikin. Gotarên wefatê wek mizgînîyê belav dikin.

Derwa talî nûçeya mirina profesor ê hêja, dostê Kurda NOAM CIHOMSKY bû.

Lê îro derket ku ew jî derew e. Ev camêr van nûçeyan çima belav dikin ez meraq dikim. Armanca wan çi ye?

Tê diyarkirin ku rêzdar CIHOMSKY bi sedema nexweşîyê demekî li nexweşxanê dimîne û niha çûye mala xwe û tendrustî ya wi baş e.

Ez hêvî dikim emrekî dirij û jiyanek xweş û pak bibe para wî.

Bi vê sebûnetê ez, emrekî dirêj û tendrustîyek pak û baş ji birêz Mehdi Zana û Kek Ziya Avci jî re niyaz dikim.

Û pêwîst e, ewên ku ev parvekirin belav kirin wek kek Sileman Demir lêborîn bixwezin... Lê borîn nîşana camêrîyê ye... Her hebî kek Silêman.

Û hûn sax…

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar