Ziyanên ragirtina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê
.
Piştî biryara Desteya Navbeynkar a Parîsê, bi ragirtina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, kompanyaya FORZA ya Kanadayê yekem kompanya ye ku roja Duşemê ragirtina berhemanîna petrolê li zeviyên petrolê yên Hewlêrê ragihand.
Piştî biryara Desteya Navbênkar a Parîsê di derbarê ragirtina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de, beşek kompaniyan ragihandin ku ew dê petrolê di depoyan de kom bikin, lê kompaniya FORZA ragihand ku wan berhemanîna petrolê rawestandiye.
Tê çaverêkirin, vê heftiyê kompanyayên din jî gavên hevşêweyî FORZA dûbare bikin.
Raigrtina berhemanîna petrolê ji aliyê Kompanyayên berhemhêner ve, neçarî ye. Nebûna embarên stratejîk, sedema wê ya sereke ye. Embarên li Kurdistanê hene, li nav zeviyan in û lawekî (şaxî) û biçûk in, kepasîteya wan tenê berhema du heta çar rojên her zeviyekê heye, kepasîteya hemûyan nagihêje yek milyon bermîl petrol.
Şarezayekî petrolê ji Iraqê, behsa ragirtina hinardekirin û berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê dike.
Şarezayê petrol û enerjiyê Hemze Cewahirî got: “Nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî, derbarê petrol û gazê, gelek bandor wê li ser Iraqê hebû, bi taybetî li ser Herêma Kurdistanê. Pêwîst e lez di vê mijarê de bê kirin û mekanîzmayeke nû jê re bê dîtin, weke çawa rêkeftin li ser hatinye kirin, dosyeya petrol û gazê radestî hikûmeta navendî bê kirin û Herêma Kurdistanê weke parêzgehên din pişka xwe werbigire.”
Ragirtina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê, ji 25ê vê mehê ve, û piştî biryara Desteya Navbeynkar a Parîsê, roja 25ê vê mehê, çend ziyanên wê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê hene, ji wan: Kêmkirina pişka Iraqê li Rêxistina OPEC. Bêbeşbûna Iraqê ji hinardekirina nêzîka 500 hezar bermîl petrol.
Ziyana darayî jî digihîne, ku mehane bi 350 milyon heta 400 milyon dolarî tê texmînkirin, ji bilî bêbeşkirina Herêma Kurdistanê ji rêjeya 78% ji dahatên wê, ku ew jî bandorê li ser mûçeyên mûçexweran dirust dike.
Pêwîstiya girtina zeviyan bi demê heye ji bo têkevin kar.
Cîgirê Yekem ê Komîteya Petrol û Gazê li Parlemana Iraqê Nehro Rewandizî dibêje, ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê, Wezareta Petrolê ya Iraqê pêşniyaza nû li ber Herêma Kurdistanê daniye, û eşkere jî dike, di vê heftiyê de, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê destpê dike.
Piştî biryara Desteya Navbeynkar a Parîsê, demjimêr 12:35 xulekên berbanga roja Şemiyê hinardekirina petrola Kurdistanê û Kerkûkê hate ragirtin.
Ev biryar ji bilî ragirtina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, bi bê razîbûna Bexdayê û pêbijartina (xerametkirina) birrê yek milyar û 500 milyon dolarî, hinardeya petrola Kerkûkê jî ragirt, ku meha borî, rojane bêhtir ji 94 hezar bermîl hinardeya wê hebû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin