Ziyaretgeheke qedîm ya êzîdiyan li devera Şêxanê hat dîtin
Vekolerê êzîdî Dawid Murad Xetarî got, li nahiya Etroşê ya Şêxanê nîşan û bermahiyên ziyareteka êzîdiyan ya bi navê Kaniya Spî hat dîtin.
A+A-
Vekoler Xetarî ji BasNewsê re got, cihê wê ziyaretgehê 3 km dûrî navenda nahiya Etroşê ye û cihekî qedîm e.
Wî vekolerê êzîdî da zanîn, li gorî vekolînan ziyaretgeha Kaniya Spî heta sala 1963 cihê dua û nimêjên êzîdiyan bûye lê piştî ku wêran bûye êdî ti kes neçûye wir.
Dawid Murad Xetarî daxwaz ji hikûmetê kir wê ziyaretgehê û ziyaretgehên din yên êzîdiyan yên ku wêran bûne, bên nûjenkirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin