
Zrîng bi berga Newrozê derket
Kovara xêzeroman a kurdî Zrîng ku mehane tê weşandin, bi hejmara xwe ya 6’emîn gihîşt xwînerên xwe. Zrîngê di berga yekemîn de cih da Newrozê.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Kovar bi zaravayên kurmancî û kirmanckî tê weşandin û her wiha li Ewropayê jî digihêje hezkirîyên zimanê kurdî. Di vê hejmarê de; Îmam Cîcî, Dogan Guzel, Eşref Mûmcû, Erceren, Ender Ozkahraman, Ronî Battê û Evdal Can xêz kirine.
Terstaqla Reco bi sernavê ‘Agirê Newrozê’ û Ozgur Amed jî bi sernavê ‘Kolonyal Sedo’ nivîsên mîzahî nivîsandine. Kemal Gokhan jî bi nivîskar Migirdiç Margosyan re hevpeyvîneke xêzî amade kirîye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin